Neteweyên Yekbûyî: Îsal rejîma Îranê 345 kes bi dar vekirin
Ofîsa Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku ji serê salê ve li Îranê zêdeyî 345 kesên ku 15 ji wan jin bûn, hatine darvekirin.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2024/08/20240810-20240810-20240809-un-pngb4a762-image-jpg0455bd-image-jpg49b29f-image.jpg)
Navenda Nûçeyan- Ofîsa Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ragihand ku tenê di meha Tîrmehê de, li Îranê 38 kes hatine darvekirin û bi vê hejmarê re, ji serê sala 2024’an ve li Îranê hejmara kesên hatine bi darvekirin, bûy 345.
Ofîsê da zanîn ku ev dane cihê nerazîbûnê ne û ji derveyî pîvanên mafên mirovan in û wiha hat gotin: “Piraniya wan bêyî ku agahiya malbatên wan jê çêbibe, hatine bidarvekirin. Ji bo vê jî niha li girtîgehan, torên civakî û çalakvanan de, pêngavên nerazîbûnê li dijî darvekirinan hatine destpêkirin.”