Neslîhan Şedal beraet kir

Di doza Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal de, biryara beraetê hat dayîn.

Navenda Nûçeyan - Doza Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal ku di şûna

wê de qeyûm hatibû tayînkirin, pêk hat. Neslîhan ji ber ku di axaftineke xwe ya 15’ê Sibatê de gazî xelkê Wanê kiribû gotibû werin şaredariyê, bi tohmeta "gel bi eşkereyî ji bo nefret û dijminatiyê teşwîq kiriye" dihat darizandin.

Neslîhan Şedal beşdarî rûniştina ku li 10’emîn Dadgeha Asliye ya Cezaya Wanê hat lidarxistin nebû. Lê parêzerên wê li salona dadgehê amade bûn. Delîlên di dosyeya dozê de ji nû ve hatin nirxandin û dadgehê Neslîhan Şedal bi hinceta ku "sûc pêk neaniye" beraet kir.