Nergiz Muhammedî rakirin nexweşxaneyê

Çalakvanê mafê mirovan û xwediya Xelata Nobelê ya Aştiyê Nergiz Muhammedî ji ber nexweşiyên xwe ji Girtîgeha Evînê ya lê dima rakirin nexweşxaneyê.

Navenda Nûçeyan – Hevjînê çalakvana mafê mirovan, xwediya Xelata Nobelê ya Aştiyê û girtiya siyasî Nergîs Muhammedî, Taghî Ramanî li ser hesabê xwe ya medyaya dijital ragihand ku Nergîz Muhammedî ku li girtîgeha Evînê girtî ye, rakirine neweşxaneyê.

Nergîz muhammed ku nexweşiya dil pê re hebû û di singa wê de girêkek hebû, îro şandin nexweşxaneyê. Taghi Ramanî got: “Nergîz Muhammadi, piştî paşxistina 9 heftiyan, bi piştevaniya çalakvanên civaka sivîl û mafê mirovan û bi zexta civaka cîhanî û medyayê di dawiyê de wê rakirine nexweşxaneyê.” Her wiha di peyamê de hat diyarkirin ku ji ber derengmayîna 9 hefte û bi salên dirêj mayîna li girtîgehê zirerek cidî daye tendirûstiya Nergîs û hat gotin ku divê tavilê bê dermankirin.