Nêrgiz Mihemedî tevî çûyîna dadgehê red kir jî hat dadgehkirin

Çalakvana Îranî ya xwedî Xelata Aştiyê ya Nobelê, Nêrgiz Mihemedî, çûyîna dadgehê red kir lê bêyî ku amade be hate dadgehkirin.

Navenda Nûçeyan- Parezerê parêzvana mafên mirovan û çalakvana Îranî ya xwedî Xelata Aştiyê ya Nobelê Nergiz Mihemedî, Mistefa Nîlî ragihand ku duh bêyî Nêrgîz Mihemedî amade be, yekem danişîna wê li dadgeha Şoreşê ya Tahranê pêk hatiye.

Parêzer Mistefa Nîlî da zanîn ku di danişînê de careke din Nêrgiz Mihemedî bi ‘Propagandaya li dijî dewletê’ hatiye tometbarkirin.

Aktîvîsta 52 salî bang kir ku bi beşdariya rojnamevanên serbixwe, parêzvanên mafên mirovan, parêzvanên mafên jinan û parêzeran, darizandin ji bo gel vekirî were pêkanîn.

Hêjayî gotinê ye Nêrgiz Mihemedî yek ji wan kesên tevli serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bibû û niha li girtîgeha Evînê ya Îranê tê girtin.

Çalakvana mafên mirovan Nêrgiz Mihemedî ya li girtîgeha Evînê ya Îranê girtî ye, ji ber têkoşîna xwe ya li dijî pêkanînên desthilatdarên Îranê yên li dijî jinan û têkoşîna ji bo pêşxistina mafên mirovan, sala borî Xelata Nobelê ya Aştiyê girt.