Nêrgiz Bekir: Avakirina Sûriyeyê bi lihevkirina Şoreşa Rojava pêkan e
Endama Koordînasyona Helebê ya Kongra Star, Nêrgiz Bekir, got ku avakirina Sûriyeya azad bi lihevkirina bi Şoreşa Rojava re pêkan e û got: “Tu kes nikare pêşî li berxwedana jinan a di têkoşîna azadiyê de bigre. Em ê li azadiya xwe xwedî derbikevin.”
DILPAK DAG
Heleb - Taxa Şêx Meqsûd a li ser Çiyayê Seydê hatiye avakirin, yek ji taxên herî mezin ên bajarê Helebê ye. Li taxa ku zêdetirî şêniyên wê Kurd in, mirovên ji netew û baweriyên cuda jî dijîn. Vê taxa ku kesên ji nasnameyên cuda lê dijîn, weke bajarok e. Taxa Şêx Meqsûd, tevî krîz û êrişên ku ji 2011’an ve didomin jî têkiliyên xwe yên rêxistinkirî bi hêz kiriye, Bakur Rojhilatê Sûriyeyê mînak girtiye û heta îro li ser xwe maye.
Li heman taxê Ereb Kurd Ermenî Êzidî Xirîstiyan û Elewî dijîn
Li quntarên Çiyayê Seydê, li kêleka goristana Xirîstiyanan mizgeft, li aliyê din jî goristaneke dîrokî ya Yayûdiyan heye û li aliyekî jî goristana leşkerên Elman ên di şerê cîhanê yê duyemîn de mirine heye. Axa ku ji aliyê çandiniyê ve dewlemend û bi mîneral bûye di roja îro de hema bibêje nemaye lewre ji ber ku her dem koçber hatine taxê, di nava zeviyên çandiniyê de malên bêserûber hatine çêkirin.
Bi berxwedanê tê bibîranîn
Tax bi welatparêziya xwe tê nasîn. Her wiha di nava xwe de Ereb, Kurd, Ermenî, Ezidî, Xirîstiyan û elewiyan dihewîne. Ji ber nasnameya xwe ya welatparêziyê, rastî zext û êrişên rejîma Baasê hatiye loma di dîroka Sûriyeyê de bi serhildan û berxwedanê tê bibîranîn.
Piştî komkujiya ku rejîma Baasê di sala 2004’an de li Qamişloyê kir, hêzên li taxê ji heft salî hea heftê salî, ji bo xwe bi rêxistin bikin xebitîn. Komîn, meclis, rêxistinkirina jinan, bi awayê lezgîn, bi beşdariya hemû hevgirtiyan hatin birêxistinkirin. Ji bo ji rejîma Baasê azad rêveberiya xwe bikin, pêdiviyên xwe bi cih bînin, biparêzin, di gelek mijaran de ji şîdeta nava malê heta cereyan, avê û pirsgirêka enerjiyê dest bi avakirina saziyên xwe yên ku hemû pêdiviyên civakê bi cih bînin kirin.
Di sala 2011’an de piştî ku şoreşa gel li dijî Baasê li bajarên weke Deraa, Suweydayê çêbû, li Helebê taxa Şêx Meqsûd jî xwe tevli pêvajoya şoreşê kir û li dijî kirinên rejîmê çalakiyê xwe zêdetir kir.
Di 10’ê Adara 2012’an de, ji aliyê hêzên milîs ên rejîma Baasê ve sivîlên taxê hedef hatin girtin û rastî êrişa bi guleyan hatin. Di dema wan êrişan de Gulê Selmo bû hedefa êrişan û jiyana xwe ji dest da. Jinan li ser navê wê tabûrek ava kirhedef alınarak katle û ji bo xwe biparêzin çekan girtin.
Piştî qetilkirina Gulê Selmo
Qetilkirina Gulê Selmo, di dîroka berxwedana Şêx Meqsûd de rûpeleke nû vekir. Gel û jinan a li dijî vê êrişê tabûra Şehîd Gulê Selmo ava kirin û hêzên rejîma Baasê ji taxê derxistin. Li taxê ji wê demê ve heta niha gel li ser bingeha “xweparastinê” xwe û taxa xwe diparêze. Di 26’ê Temûza 2012’an de di çarçoveya xizmetên gel de Meclisa Gel avakirina xwe îlan kir.
Di nava çend mehên wê salê de Şêx Meqsûd her dem bû hedefa êrişên komên çeteyan û rejîma Baasê û tenê di meha Îlonê de jin û zarok jî di nav de 21 kes hatin qetilkirin. Di meha Îlonê de jî 8 kes hatin qetilkirin.
Piştî ku êrişên li ser taxa Şêx Meqsûd encam negirtin, rejîma Baasê û çetayna berê xwe dan taxa Eşrefiyê û hemwext, berxwedana YPG’a ku bi beşdariya şêniyên taxê, avakirina xwe îlan kir dest pê kir. Piştî ku 7 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dan, gel zêdetir xwe bi rêxistin kir û da ser şopa 7 şervanên xwe.
Mal bûn çeperên şer
Ji ber êrişên çeteya bi navê “Heyanî” yên di Nîsana 2013’an de dest pê kirin, şêniyên taxê, malên xwe veguherandin çeperên şer. Şêniyên Şêx Meqsûdê vê pêvajoyê bi gotinên; “Kolan bi kolan, mal bi mal berxwedan” pênase kirin. Li Heleba ku bû hedefa êrişên çeteyan, taxa Şêx Meqsûd ji bo bi hezaran malbatan bû stargeh.
Êrişên 2015’an
Di 28’ê Gulana 2015’an de dewleta Tirk bi pêşengiya “Odeya operasyonê” ya ku bi çeteyên paramîlîter re ava kiribû, bi tabûrên bi navê El-Cebhet El-Kurdiyê, El-Cebhet El-Şamiyê, Ehrar El-Şam, Tabûrên Ebû Emar, Hêza 16, Ehfad El-Selatîn, Feyleq El-Şam, Artêşa Îslamê, Hêza Yekem, tabûrên El-Sefwa, Nûreddîn El-Zenkî, Siwar El-Şam û çeteyên Cebhet El-Nusra de li ser taxa Şêx Meqsûd dest bi êrişan kir.
Şêniyên Şêx Meqsûd kelehên berxwedanê parastin
Li dijî hevkariya çeteyan, şêniyên Şêx Meqsûd di bin banê YPG/YPJ’ê de hatin ba hev, bi bedelên giran kelehên xwe yên berxwedanê parastin. Li ser taxa ku bi dehan sivîl lê hatin qetilkirin , salên dirêj dorpêç domiya, ambargo danîn ser û avahiyên welatiyan bi êrişan ketin rewşeke ku nikaribin lê rûnên.
Îro li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê jin komunên xwe di bin banê meclisên ku ava kirine de koordîne dikin û di Meclisa Konra Star de jî hemû hêzên jinan ên li bajar, di bin banê vê rêxistina hevpar a rêxistinkirî de tên ba hev, pirsgirêkên xwe nîqaş dikin, çareseriyê dibînin.
Nêrgiz Bekir: Heleb dilê Sûriyeyê ye
Ji Koordînasyona Kongra Star a Helebê Nêrgiz Bekir li ser krîza heyî nirxandin kir û diyar kir ku divê bajarê Helebê weke dilê Sûriyeyê were dîtin. Nêrgiz Bekir bi gotinên; “Lewre hemû baweriyên li Sûriyeyê, netew û kêmar li Helebê ne” bi taybetî bal kişand ser taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûd.
‘Pratîka jiyana bi hev re û tecrubeya şoreşa hevpar heye’
Nêrgiz Bekir bal kişand ku bi taybetî berxwedana jinan û rêxistinbûna wan li van taxan di asta herî baş de ye û got: “Di têkoşîna azadiya jinan de, jinên Kurd li vê derê pêşengiyê dikin û her kes vê rastiyê dipejirîne. Vê rastiya ku piştî şoreşa Bakur Rojhilatê Sûriyeyê hat dîtin, xwe li cîhanê îsbat kir. Kurd, Ereb, Ermenî, Suryanî, Êzidî, Elewî, di nava rêxistinkirina jinan de cih digrin. Xwedî paşeroj, tecrubeya jiyana bi hev re û şoreşa hevpar heye û di navbera van hevgirtiyan de tu cudakarî tune ye. Vê modela jiyana wekhev, ji destpêka şoreşê ve heta niha derbasdar e û heta roja me ya îro hatiye.”
‘Hewl dan vê yekitiyê belav bikin’
Nêrgiz Bekir, got ku rejîma Baasê tehemul nedikir komên ji hev cuda bi hev re bi awayê bi aheng bijîn û wiha domand: “Bêguman di navbera netew û baweriyên cuda de hewl dan fitne, û gotegotan derxin. Hewl dan vê yekitiyê ji hev belav bikin, têkiliyên ku bi berxwedanê çêbûbûn tune bikin. Gelek caran modela xwerêvebirinê ya ku gelan bi hev re ava kiribûn, bû hedefa hêzên cuda lê li dijî van hemû êrişan, jinan her dem bersiv dan û ji bersiva pirsên “jin dikarin çawa bi hêz bibin, çawa xwe bi rêxistin bikin, çawa xwedî li kolan û taxa lê dijîn derbikin” dest pê kirin heta îro berxwedana xwe domandin.”
‘Ji Şêx Meqsûd heta Helebê me hewl da jinên azad hembêz bikin’
Nêrgiz Bekir behsa bandorên pêvajoya krîza ku Sûriye di nav de bû jî kir û got: “Berê dibe ku tenê pêvajoya krîzeke ku li derdora me hewl didan çêbikin hebû. Niha ev pêvajo li tevahiya Sûriyeyê belav bûye. Di vê pêvajoya şer de herî zêde jin zirarê dibînin. Jin ji cih, war û malên xwe bûn, zulum, îşkence û êşên mezin dîtin. Me jî li Helebê bi rêxistinbûna xwe, li bajar û taxa xwe jinan hembêz kir. Tişta ku me li ser piyan dihêle hezkirin me ya ji hev re û îradeya me ye.”
‘Em şoreşa xwe didomînin’
Nêrgiz Bekir bi gotinên; “Îro li Sûriyeyê jin û zarok tên qetilkirin. Li dijî vî şerî mezinkirina berxwedanê peywira me ye” got ku ew ê destûr nedin destgeftiyan wan werin tunekirin. Nêrgiz Bekir, wiha domand: “Bi berxwedana ku me bi ser xist, mafên me çêbûn. Mezinkirina wan yek ji peywirên me yên herî mezin e, em şoreşa xwe didomînin. Em di şopa şehîdên xwe yên şoreşê de dimeşin. Em ê bi hemû hevgirtiyên Helebê re careke din Helebê, Şex Meqsud û Eşrefiyê azad bikin. Em dixwazin şoreşa xwe heta dawiyê bidomînin û mezin bikin.”
‘Em feraseta ku koletiyê ferz dike napejirînin’
Nêrgiz Bekir got ku ew di heman demê de hewl didin statukuyên ku li ser jinan tên ferzkirin jî bişkînin, bi bîr xist ku şoreşa bi pêşengiya jinan li Rojava dest pê kiriye, deh salan derbas kiriye û wih domand: “Tevî ku berxwedan ewqas mezin e jî hê jî feraseta; ‘bila jin ji malên xwe dernekevin, serê xwe bigrin, zarokan bînin cîhanê, xizmetê ji mêr û zarokan re bikin’ li Sûriyeyê heye. Divê dawî li vê ferasetê were. Me hewl da em li taxa xwe vê bişkînin, jixwe me şikand jî. Jin di hemû saziyên rêveberiya civakê de cih digrin. Ji ber vê em koletiya ku ji nû ve li ser jinan tê ferzkirin napejirînin.”
‘Tu kes nikare pêşî li têkoşîna azdiyê û berxwedana jinan bigre’
Nêrgirz Bekir diyar kir ku avakirina Sûriyeya azad bi pejirandin û hembêzkirina Şoreşa Rojava pêkan e û wiha bi dawî kir: “Di riya şoreşê de bi hezaran jin şehîd bûn. Tu kes nikare pêşî li têkoşîna azadiyê û berxwedana jinan bigre. Em ê li azadiya xwe û gelê xwe xwedî derbikevin. Tevgera azadiyê dê her dem hebe û bi pêş bikeve.”