Nergîs Sedat a ji aliyê Talîbanê ve hatibû girtin hat berdan
Çalakvana mafê mirovan Nergîs Sedat beriya dû mehan ji aliyê Talîban ve hatibû girtin, hate berdan.

Navenda Nûçeyan – Tevgera jinan a Protesto ya li Afganistanê ragihand ku çalakvana mafê mirovan Nergîs Sedat a beriya dû mehan ji aliyê Talîban ve hatibû girtin û pirsgirêkên wê yê tenduristiyê hebûn, di 10’ê Nîsanê de bi kefalet hatiye berdan.
Misyona alîkariya Afganistanê ya Netewên Yekgitî (UNAMA) derbarê mijarê de di parvekirina xwe a li ser hesabê xwe yê medyaya dijital de diyarkirin ku berdan Nergîs Sedat bi keyfxweşî pêşwazî kirin û destnîşan kir ku divê hemû çalakvanên ku li Afganistanê hatin girtin werin berdan. Fikarên xwe yên di derbarê girtinên li beramerberê lêgerinên mafan de anîn ziman.