Nergîs Muhammedî ji Komîsyona Giştî ya NY’ê re name şand

Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Nergîs Muhammedî di nameya ji Komîsyona Giştî ya 79’emîn a NY’ê re şand de, xwest li dijî binpêkirina mafên mirovan ên hikumeta Îranê demildest NY bi awayekî biryar bikeve nava tevgerê.

Navenda Nûçeyan- Her sal civîna Komîsyona Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li bajarê New York ê DYE’yê tê lidarxistin. Serokên welatan îsal jî di Civîna 79’emîn a Komîsyona Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya di 22’ê îlonê de hat lidarxistin de hatin ba hev û bi navê ‘Lutkeya pêşerojê’ vebû. Xwediya xelata Aştiyê ya Nobelê û aktivîsta mafên jinan Nergîs Muhammedî ku li girtîgeha Evînê dimîne, nameyek ji Civîna 79’emîn ya Komîsyona Giştî ya Neteweyên Yekbûyî re şand. Name di malpera Instagramê ya ku li ser navê Nergîs Muhammedî hatiye vekirin de, hat weşandin.  

Nergîs Muhammedî di nameya ku xîtabî Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres dike de got:

“Di ser şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ re du sal derbas bûn. Ev daxwaza tevgera demokratîk bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ qêrîna ji bo wekhevî û demokrasiyê berdewam dike. Bedela vê serhildana kolektîf û piştevanî ya gel weke serhildan û tevegerên civakî yên berê tepisandina gel a berdewam dike bû.

Ji tiştên tên jiyîn em bi fikar in

Cîhan dibe şahidê girtin, tundî û zexta li jinan tê kirin û jin li kolanan, li navendên binçavkirin û girtîgehan tin qetilkirin û înfazkirin.

Ji ber tiştên tên jiyîn em bi fikar in. Cezayê darvekirinê li parêzvanên mafên jinan Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî birîn. Di civîna Komîsyona Giştî ya NY’ê de wê nûnerên hikumeta Îranê jî di navbera we de bin. Ez rica dikim li Rojhilata Navîn û Îranê demokratîk û aştî ne bi gotin û îronî divê bi awayekî cidî û aktîf were kirin, mafên mirovan di her astê û her cureyê muzekereyan de li pêşiya her tiştî be.

Divê girtiyên siyasî werin berdan

Em dixwazin înfazên li dijî girtiyên siyasî werin rawestandin, hemû girtiyên siyasî bigihîjin azadiya xwe, zextên sîstematîk ên li dijî jinên Îranê, cihêkariya zayendî weke sûc were dîtin, zextên li hemberî saziyên sivîl ên serbixwe bi dawî bibin. Em dixwazin ji bo hemû daxwazên me werin bicihanîn, bi awayekî demildest û bi biryar hûn bikevin bikevin tevgerê.”