Nergîs Mihemedî şîdeta li dijî xwepêşanderên jin ên girtî şermezar kir

Çalakvana girtî ya mafên mirovan Nêrgîs Mihemedî bi nameyekê berteka xwe ya li dijî zêdebûna tundiya fizîkî û lêdana girtiyên siyasî yên jin û xwepêşanderên ku di sê mehên borî de ji aliyê hikûmeta Îranê ve hatine binçavkirin, nîşan da.

Navenda Nûçeyan– Di van çend hefteyên dawî de bi nêzîkbûna salvegera qetilkirina Jîna Emînî bi destên’ polîsên exlaq’ û xwepêşandanên gel, hewldanên rejîma Îranê yên zext û zordariya li ser welatiyan zêde bû.

Çalakvana mafên mirovan Nergîs Mihemedî ku li girtîgeha Evînê girtî ye, di nameyeke ku roja 17’ê Tebaxê şand, bal kişand ser rewşa jin û keçên ku ji aliyê hêzên asayîşê ve rastî tundiya fizîkî hatine û hatine girtin. Nergîs Mihemedî bi gotinên; "Di sê mehên derbasbûyî de, me şahidiya ketina girtîgehên jin û keçên ku birîn li ser, rû û laşê wan heye kir."

‘Gelek girtî newêrin tiştên ku jiyane vebêjin’

Di nameya xwe de diyar kiriye ku girtiyên nenas ji ber tirsa dadgehkirin û gefxwarinê û ji bo ziyan negihîje wan û tundiya fizîkî li ser wan çênebe newêrin tiştek bibêjin û malbatên wan jî agahî nadin saziyên ragihandinê.

Nêrgîs Mihemedî wiha didomîne: “Ez weke yek ji şahidên tundiya fizîkî ya hovane û kujer a hikûmetê li dijî jinên xwepêşander, radigihînim ku asta tundiya fizîkî li cihên binçavkirin û girtinên derqanûnî îşkenceya sîstematîk e. Bi vê tirs û xofê hewl didin bibin sedema felaketên bêveger.”

‘Bi êrîşan dê nikaribin îradeya welatiyan bişkînin’

Nêrgîs Mihemedî di nameya xwe de daxwaz ji hemwelatiyan, komeleyên navdewletî yên mafên mirovan, rêxistinên jinan, femînîst, rojnamevan, nivîskar û raportorên taybet ên mafên mirovan ên Netewên Yekbûyî yên li Îranê kir ku tundiya kujer a hikûmetê li dijî xwepêşanderên jin rawestînin.

Nergîs Mihemedî di peyama xwe de amaje bi hikûmeta Îranê kir û got: “Bi zêdekirina êrîşên ji bo tepeserkirinê dê nikaribin îradeya hemwelatiyan a liv û tevgerê bişkînin. Têkoşîna li dijî hewldanên rizgarbûna ji rejîma desthilatdar a olî dê lawaz nebe.”