Nerges Mihemedî li Girtîgeha Êvînê rastî tundiyê hat

Parêzvana mafên mirovan Narges Mihemedî ku li Girtîgeha Evînê ye rastî heqaret û tundiya xebatkarên nexweşxanê hat. Têkildarî rewşa tenduristiyê ya çalakger ku bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyê agahî bi dest neket.

Navenda Nûçeyan – Hat zanîn ku çalakvana mafên mirovan Nerges Mihemedî ku li girtîgeha Êvîn a Îranê girtî ye, bi hinceta ku li girtîgehê “li gorî rêgezên îslamî” li xwe nekiriye, li nexweşxaneya 11’ê Îlonê rastî heqaret û tundiya karmendên nexweşxanê hatiye. Hate gotin ku Narges Mihemedî piştî tundiya ku li wê hatiye kirin bi ambulansê ji girtîgehê hatiye derxistin, nayê zanîn ku parêzvan rakirine kîjan nexweşxaneyê û rewşa wê ya tenduristiyê çawa ye.

Herwiha hat ragihandin ku dema Nerges Mihemedî dihat îşkencekirin, cîgirê polîs Hadî Mihemedî, alîkarê xebatkarê tenduristiyê Rohullah Tausli, midûrê ewlehiyê yê girtîgehê Mihemedî û alîkarê wî û 2 gardiyanên jin şahidî ji bûyerê re kirin lê mudaxele nekir.

'Em ê bi hev re bi ser bikevin'

Girtiyê siyasî yê ku bi nameyên ku ji girtîgehê ji gelek welat û koman re şandibû derket rojevê, herî dawî bi nameya ku ji çalakgerên girtî Zeyneb Celalian, Sepideh Gholian, Calraj Iraee û Niloufar Bayanî ên li zîndanên Êvîn û Yezdê girtine û rojnameya Le Monde şandî bû rojev.

Nerges Mihemedî di nameya xwe de wiha pirsî:“Tu dengê şikandina dîwarê tirsê li Îranê dibihîzî?” û ev tişt got:

“Bi xêra îradeya heyî, hûn ê di demek nêz de têkçûna wê bibihîzin. Jinên Îranê li dijî pergala olî û baviksalarî ya welat serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' dan destpêkirin. Weşandina vê nameyê nîşan dide ku dengê me têra guhê we ye. Em ê bi hev re bi ser bikevin."