‘Nehiştin ku ez bimirim wê ew jî nemirin’

Meyan Nasir li ser nexweşxaneya Sikêniye ku di 17’ê Tebaxa 2021’an de dewleta Tirk êriş kir û di encamê de 8 xebatkarên tendirûstiyê jiyana xwe ji dest dan axivî. Meyan Nasir got: “Nehiştin ku ez bimirim wê ew jî nemirin.”

MEDYA HAWAR

Şengal – Piştî serkeftina gelê Êzidî û hêza wê ya parastinê YBŞ ya li hemberî DAIŞ’ê da, dewleta Tirk a dagirker 17’ê Tebaxa 2021’an bi balafirên şer êrîşê nexweşxaneya gundê Sikêniyê yê girêdayî Şengalê kir. Di encama êrîşê de 4 kedkarên tenduristiyê û 4 şervanên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ku li wir dihatin dermankirin şehîd bûn, 4 kedkarên tenduristiyê jî birîndar bûn.

Piştî êrişên DAIŞ’ê yên 3’ê Tebaxa 2014’an xelkê gundê Sikêniyê koçber bû. Piştî têkçûna DAIŞ’ê li heremê Rêveberiya Xweser a Şengalê hat avakirin, gelek xizmetguzarî ji gund re hatin kirin. Piştî xizmetan, gelek şêniyên gund vegeriyan malên xwe.

Nexweşxaneya gundê Sikêniyê destpêkê dibistana seretayî bû. Rêveberiya Xweser ev dibistan veguherand nexweşxaneyê. Karmendên nexweşxaneyê ji pêkhateyên Kurd û Ereb pêk dihatin. Nexweşxaneyê di destpêka sala 2019’an de dest bi xizmetê kir û nexweşên deverê li vir dihatin dermankirin. Nexweşxaneya Sikêniyê piştî demeke kurt xizmeteke zêde pêşkêşî xelkê navçeyê kir û ji bo welatiyan alîkariyek baş dikir.

Muhlise Sîdar tevî 7 hevalên xwe 2 sal berê li nexweşxaneya gundê Sikêniyê ji ber erîşa hewayî ya dewleta tirk jiyana xwe ji dest da. Piştî derbasbûna 2 salan ji komkujiya Sikêniyê hê jî birîna di dilê civaka Êzidî de nekewiyaye.

Meyan Nasir a ji gundê Sikêniyê ku li heman nexweşxaneyê hatiye dermankirin û piştî Muhlise Sîdar jiyana xwe ji dest da ji bîranîna wê navê ku ew di nav civakê de pê dihat nasîn ango navê ‘Amargi’ li zarokê xwe kiriye, li ser kesayeta Muhlise Sîdar ango Amargî axivî.

‘Em bi zarokên xwe serbilind in’

Meyan Nasir ku ji gundê Sikêniyê ye û hevjîn û zarokê wê di pêvajoyên berxewdana Şengalê de jiyana xwe ji dest dane, li ser Komkujiya Sikêniyê wiha got: “Li ser şehîdan axaftin çiqas bê kirin jî kêm e. Şehîd nebin tiştek me nîn e. Ger îro em jiyana xwe, bi berxwedanî û baweriya xwe bi rê ve dibin bi saya şehîdan e. Ger îro em rehet li ser axa Şengalê dijîn û radizên bi saya şehîdan e. Bîranîna wan hêz û berxwedana me zêde dike. Yek ji hevalên ku rola xwe li vir bi hêz dilîst şehîd Amargî bû. Lê mixabin dijminekî me yê hov heye ku bi hemû cureyan êrîş dike û dixwaze Êzidiyan tune bike. Naxwazin ku em li ser axa xwe jiyan bikin. Ji bo ku em li ser axa xwe bijîn zarokên me xwe feda dikin û şehîd dikevin. Em jî bi zarokên xwe serbilind in.”

‘Bi rojan li wê nexweşxaneyê hatim dermankirin’

Meyan Nasir bal kişand ser nêzîkatiya bijîjkan jê re dema ku ew bi koronayê ketibû û wiha got: “Ez yek ji wan dayikan bûm ku bi nexweşiya koronayê ketim û li vê nexweşxaneyê bi keda wan zarokên me ku şehîd bûn ez baş bûm. Dihatin dora min, xwarin dianîn, derman didan. Dereceya nexweşiya min pir xeter û giran bû. Lê min hîs nedikir. Ji ber nêzîkatiya wan a xweş û bihêz. Dihatin min hembêz dikirin, av didan min moral didan min. Min digot nêzî min nebin nebaş e, digotin em natirsin dayê ma tu ditirsî, min digot li we mêze dikim tirsa min namîne. Hûn ciwanan hûn natirsin ez jî natirsim. Her dem hewayekî pozîtîf ava dikirin. Qet nedihat ber çavên min ku ez bi koronayê ketime. Her dem di nava hewldanan de bûn ku ez baş bibim.”

‘Di her kêliyê de bi wan re dijîm’

Meyan diyar dike ku ew kîjan car di ber nexweşxaneyê re derbas dibe êşên wê dîsa zêde dibin û wiha berdewam dike: “Roja ku êrîş kirin ne yek car êrîş kirin nêzî 4 caran bi balafiran êrîş kirin. Nexweşxaneyeke mezin bû, beşa her tiştî jî tê de hebû. Êşa kê çi bûya dermanê wê li nexweşxaneya Sikêniyê bû. Çi cara ku ez di ber nexweşxaneyê re derbas dibim kezeba min dişewite, ez ne tenê carekê wan bi bîr tînim di her kêliya jiyanê de bi wan re dijîm”

‘Nehiştin ku ez bimirim wê ew jî nemirin’

Meyan Naisr bal kişand ser neviya xwe ku nû çêbûye û navê Amargî lê kirine û wiha got: “Ev nêzî mehekê ye ku neviyeke min  hatiye dinê. Min navê şehîd Amargî lê kiriye. Çawa şehîd Amargî û hevalên xwe nehiştin ku bi wê nexweşiya giran bimrim, wê ew jî nemirin. Me cilên bijîjkan ji zaroka xwe re dirûtin û li wan kirin û wêneyên wê û şehîd Amargî danîn gel hev.”

Tevî nexweşiyan jî ber bi nexweşxaneyê ve beziya

Meyan Nasir di berdewama axaftina xwe de qala beza xwe ya ber bi nexweşxaneyê ve kir û wiha got: “Dema ku balafirên dagirkeriya tirk li nexweşxaneyê dan ez nexweş bûm li malê bûm. Bi wê nexweşiya xwe ez beziyam, di nîvê rê de ez ketim. Erebeya hinekan ez anîm malê, piştî ku ez şiyar bûm dîsa beziyam û çûm vê carê erebeya zarokên min, hat û ez gihandim nexweşxaneyê.”

Meyan Nasir bi êş û ken behsa bîranînên xwe bi şehîd Amargî re dike û wiha dibêje: “Pir caran henek dikir ji bo ku ez moral bigrim di nexweşxaneyê de. Rojekê hat destên wê li pişt wê bû got dayê germahiya te pir bilind bûye min ji te re tiştek aniye. Min texmîn kir ku derman aniye. Destê xwe derxist got min ji te re mota (dondurma) aniye. Min got ez bixwim ez ê krîz derbas bikim. Got na dayê nadim te tenê henek dikim. Piştre wê jî nexwar û da keça min a biçûk Feraşîn. Henekên wê û jiyana wê pir xweş bû.”