“Nedîtina Gulîstanê ne edalet e”
Xwişka Gulîstan Doku ya ku 650 roj in winda ye, Aygul Doku, bang li Wezîrê Dadê Abdulhamit Gul kir û got: " Bi nedîtina Gulîstanê edalet pêk nay ê" û bal kişand ser nedarezandina gumanbaran.
Dêrsim- Ev 650 roj in tu agahî ji Gulistan Dokû ya ku di 5’ê Çileya 2020’an de li Dêrsimê wenda bûye, nayê girtin. Xwişka mezin a Xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulistan Doku, Aygul Doku, li ser hesabê xwe yê medya yê bang li Wezîrê Dadê Abdulhamit Gul kir û diyar kir ku 2 sal in agahî ji xwişka xwe ya li Dêrsimê li her deverê we bi kamera û bircên leşkerî lê temaşe dikin nagire wiha got; “Nedîtina Gulîstanê ne edalet e. Nedarizandina kesên li Gulîstanê dane, ne edalet e. Edalet ne ew e ku hûn ji malbata keça xwe winda kiriye re bêjin 'bawer bikin keça we winda bû û ez we didarizînim.”
"We gumanbaran nedarizand"
Aygul Dokû bi gotina "We Gulistan nedît" axaftina xwe domand, "We Zainal Abarakov dadgeh nekir û li ser viya, hûn vê malbatê didarizînin. Ma hûn ê bi şev çawa ji zarokên xwe re bêjin ku we Gulîstanê di tariyê de hişt, we ev malbat darizand û gumanbarên ku Gulîstanê birin nedarizandin? Hûn dikarin vê rave bikin? "