Necîbe Qeredaxî: Peyama Rêber Ocalan 8’ê Adarê bi watetir dike

Endama Akademiya Jineolojiyê Necîbe Qeredaxî got: “Peyama dîrokî ya Rêber Ocalan a ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ dê 8’ê Adarê zêdetir bi wate bike. Ji ber ew têkoşîna ku jinê di dêmen berê de kiriye, hemû roj kiriye 8’ê Adarê.

AVZEM VIYAN

Navenda Nûçeyan – Di deh salên bûrî de jinên Kurdan nîşan dan ku 8'ê Adarê ji bo wan ne tenê rojek sembolîk e, ji wan re rengdayîna xebatek berdewam a di hemû qadên jiyanê de ye ku ji siyasetê, îdeolojiyê heta dighê xwerêxistinkirin û berxwedana leşkerî. Bi vî awayî ne tenê li dijî zextên zayendî, li dijî fikrê ku azadiyê sînor dike jî serhildan e. Di dilê pêvajoya aştî û hewldana ji bo avakirina civakek demokratîk de,  weke çavdêr û  hêzek pêşeng amade bûn. Pirsa bingehîn di vê dema dîrokî de ew e ku çawa ev destkeftî werin parastin û kûrtir bikin? Çawa jin dikarin rola xwe ya pêşeng a di asta sembolîk de derbas bikin û bibin hêzek rêxistinkirî ji bo guherîna pêkhateyan? Ev pêwîstiyek ku ne tenê wateya parastina destkeftiyên berê, di heman demê de tê wateya avakirina rêyek û ji bo bihêzkirina damezrandina Rêveberiyên Xweser ê jinan û xurtkirina cihê xwe di qadên biryardayîn, civak û pêşxistina aştiyek li ser bingeha dadperwerî û azadiya rasteqîn.

Endama Akademiya Jineolojiyê Necîbe Qeredaxî di çarçoveya van pirsan û peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a derbarê aştiyê de pirsên me bersivand. Necîbe Qeredaxî got “Destpêkê ji bo vê derfetê ez spasiya we dikim. Ez 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li gelê azadîxwaz û jinên azadîxwaz ên cîhanê bi taybetî li jinên Kurd pîroz dikim. Ji ber jinên Kurd bi têkoşîna xwe ya bi dehan salên borî bi ked û westan nîşan dan ku 8’ê Adarê ji bo wan ne tenê rojek sembolîk e, di heman demê de bi ked û têkoşîna xwe ya di qadên leşkerî, siyasî, fikrî, îdeolojî û di heman demê de bi destxistina rêxistina xweseriya xwe û di nava şoreşa fikir û demokratîk de dikaribûye nîşanî hemû dinyayê bide ku 8’ê Adarê ne tenê rojeke , hemû rojên salê ye.”

Endama Akademiya Jineolojiyê Nacîbe destnîşan kir ku di 8’ê Adarê de, dembûriya xwe deynîn aliyek û rewşa niha binirxînin ev gelek girîng e û wiha berdewam kir: “Ji bo pêşeroja xwe bifikirin gelo destkeftiyên me çi ne? Kêm û kurtasiyên me çi ne? Di kuderê de em dikarin guherînan çêbikin? Bi awayekê ezmûn ji xeletiyên xwe bigrin û bikarin di pêşerojê de têkoşînek bi berhemtir û di heman demê de têkoşînek bi hevre birêve bibin. Jin bi ked û têkoşîna xwe ya di aliyê pêşbirina zemîna aştî û herwiha pêşxistina zemînê netewa demokratîk de, dikarin guherînek radîkal bikin.”

Jin çawa dê bibin hêza biryardayînê?

Necîbe Qeredaxî diyar kir ku tiştê di vê qonaxê de girîng e jinên Kurd û bi taybetî jinên Kurdistanî li ser bisekinin, ev e; ewê çawa bikaribin di qadên civakê de zêdetir pêşxistinan pêk bînin û civakê beşdarî qadên demokrasiya rasterast bikin, civakê bikin xwedî biryar û cihê guftûgo û her wiha parstina destkeftiyan?Necîbe wiha berdewam kir: “Weke jinên Kurd divê bifikirin ku em ê çawa bibin pêşengtiyek rasteqîn ji bo civaka xwe û jinan. Her yek ji jinan ne tenê bibin aliyek têkoşînê, divê bibin aliyek têkoşîna siyasî û civakî di hemû qadan de. Di heman demê de çawa dikarin bibin hêza biryardayînê û hêza dîrokî ya aştî û demokrasiyê ji bo pêşdebirina siyasetek demokratîk, ku li ser bingehê beşdariya rasterast ya civak û jinan be. Tiştê ku niha li dinyayê cihê rexneyê ye, guherînên li hemû meşên femînîzm, li gel hemû ew destkeftyên ku bi dest xistin e. Lê belê di heman demê de rastiya me ya ji bo bidestxistina mafan eşkere bûye, tenê guherîna yasayî têr nake, ya herî girîng ew e ku em çawa dikarin di nava civakê de bibin xwedî rêxistina Xweser û bi vê rêxistina xweser çawa bikarin ji kokê vî aqlê feraseta desthilat biguherînin. Ji bo çareseriya demokratîk divê jin ji xwe bawer bin.”  

‘Jin cewhera şoreşa demokratîk û civakê ye’

Necîbe Qeredaxî di axaftina xwe de bal kişand ser rol û têkoşîna jinan a di nava civakê de û wiha got: “Jinên Kurd bûne mînakek berbiçav û nîşan dane ku bi têkoşîna xwe guherînên çawa çêdikin. Ev bi dehan sal e ji bo giştî, qada leşkerî û xweprastinê têdikoşin. Di qada çareserkirina pirsgirêkên civakê de rola girtine û niha jî xwedî rol in. Di serxistina akademiyên siyaset, zanistî de rolên berbiçav lîstine û di hemû qadên têkoşînê de pêşengtî kirine. Bi hemû dinyayê daye dîtin ku jin ne beşek şoreşê ne, cewhera şoreşa demokratîk û civakî ne jî. Jinên Kurd ji bo dinyayê bûne mînak. Êdî civaka Kurd ne ew civaka ku li ser bingehê parastina namûsê jin werin qetilkirin. Bûye mînakek pêşengtiyê ji bo têkoşîna demokratîk a cîhanê.”

‘Heta jin ji derveyî pêvajoya siyaseta demokratîk bimînin wê pêvajo dom bike’

Necîbe Qerdaxî têkildarî têkoşîna jinên di nava civaka kevneperest jî axivî. Necîbe got ku çawa jinan di têkoşîna çekdarî de hemû aqlê kevneperest ku di nava civakê de bi navê ‘nikare û nizane’ şikandiye, dikare di hemû deman de jî wan pêvajoyên ku jêre dibêjin pêvajoyên aştiyê, jinên Kurd di nava civakê de dikarin carek din vê hêza dîrokî ya siyaseta demokratîk di nava civakê de ava bike û beşdar bibe. Necîbe wiha berdewam kir: “Ev pêvajo ne pêvajoyek ku ji xalekê destpê bike û heta xalek din dawî li were ye. Heta jin ji derveyî pêvajoyên siyaseta demokratîk bimîne, pêvajo wê dom bike. Armanca van pêvajoyan jî ewe ku divê hemû civak beşdar bibin, ji bo siyaset ne tenê di çarçoeveya qismek desthilat di hikumraniyê de asê bibin. Divê tevahiya civakê bikaribe beşdarî siyaseta demokratîk bibe ku çawa bikarin jiyana xwe bi modela ku jê bawer dike rêve bibin. Bersîva van pirsgirêkan di feraseta deshilatê de hatiye dayîn. Ji koçberiyê bigre heta tundiya li hember jinan û hemû ew urf û edetên kevneperest ku di nava civakê de kok daye.”

'Jina Kurd li Rojhilata Navîn di karwanê şoreş û ronesansê de ye'

Necîbe Qeredaxî di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku şoreşa civakî hemû urf û adetên xirab ên di nava civakê de hene lêpirsîn dike û wiha got: “Ji berê de bi hêz û derfetên xwe hewla çareseriyê dane, ev tenê bi têkoşîna jinan misoger nabe, jinê weke rolek sereke di nav de dibînin. Lê belê di haman deman de bi beşdarkirina hemû beşên din û civakê aştî pêkan dibe. Şoreşek ku nikare jinê bibe qada biryardanê û hemû civakê beşdar neke, di heman demê de ger şoreşek an rêxistinek xweser a jinan jî tê de nebe wê ew şoreş negihîje azadiyê.  Ji ber wê jî weke çawa li Rojhilata Navîn di demek nû û nûkirin û ronesansê de ye, jinên Kurd jî di refên herî pêş ên şoreşê û wê ronesansê de cih girtin. Ez bi xwe weke endamek Akademiya Jineolojiyê di wê baweriyê de me jinên Kurd bi bawerî û hêza xwe ya cewherî dikarin bi îlhama şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û şoreşa Rojavayê Kurdistanê û Şoreşa jinên Kurd ku bi dest xistine, vê qonaxê jî biser bixin û jiyanek keyfxweş bi wateya rasteqîn pêşkêşî civakê bikin û carek din civakê bike xwedî hêza rasteqîn a baweriyê parastin û rêveberiya xwe.”

‘Peyaman Rêber Ocalan 8’ê Adarê bi watetir dike’

Necîbe Qeredaxî destnîşan kir ku pîrozkirina 8’ê Adarê bi peyama dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ zêdetir bi wate dike û wiha got: “Têkoşîna ku di qonaxên borî de hatiye kirin hemû roj kiriye 8’ê Adarê. Ji bo vê ev bangawazî û bi serxistina aştî û çareseriya demokratîk vê roje watedartir dike. Ew jinên ku ji bo vê yekê di hemû qadan de ku encama têkoşîna 52 salên bûrî de ye û bi ked û westanek gelek zor hatine roja îro, zêdetir xwe berpirsyar dibînin ku qonaxa aştî û demokratîk bipêş bixin. Tiştek ji aştî û demokrasiyê hêjatir, tiştek ku li pey wê ked û têkoşîn bide hêjatir nîne. Di vê qonaxa niha de em jinên Kurd, Akademiya Jineolojî xwe di asta serxistina pêvajoya aştî û çareseriya demokratîk de berpirs dibînin û her wiha divê bersivdana qonaxê bibe layîqê hemû şehîdan.”

Necîbe Qeredaxî di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya aştiyê û wiha got: “Em baş dizanin ku serxistina aştiyê gelek zehmettir e û girantir e ji qonaxên şer. Bi vê rastiyê dûqatkirina hêza fikrî û kirdariya xwe û bi taybetî hêza me ya ji bo serxistina pêvajoyê girîng dibînin. Tevlîkirina hemû civakê û hemû kesên civakê, bi taybetî ji bo serxistina vê pêvajoyê jin girîng dibînin. Carek din 8’ê Adarê li hemû jinên azadîxwaz ên cîhanê û jinên Kurd pîroz be.”