Nebûna avê li Yemenê bandorek nerênî li jiyana jinan dike

Jinên li çolwarên bajarê Taiz ya Yemen jiyan dikin, ji bo çend lître ava vexwarinê bi dest bixin, neçar dimînin bi kîlometreyan rê biçin.

HALA AL-HAŞİDÎ

Taiz - Jin û zarokên li çolwariya herêma Jabal Habashi ya bajarê Taiz ya Yemen jiyan dikin, ji bo ava paqij bi dest bixin neçar dimînin rêyên dûr bimeşin. Ji ber ava vexwarinê kêm e, her saetên rojê jin û zarokên keç dikevin ser rêyên metirsîdar, li qadên çiyayî û newalan bidonên avê hildigirin û dibin mal.

Ji jinan Nour Alî da zanîn ku qeyrana avê ya tê jiyîn bandorek nerênî li jiyana wan dike û wiha got: “Ji bo em ava vexwarinê bi dest bixin, em rastî gelek zoriyan tên. Ji derveyî pirsgirêka avê, dabinkirina xwarin û hemû pêwstiyên bingehin yên zarokên min dibin berpirsyartiya min de ye. Ji ber sibehan ez bi lênêrina zarokên xwere eleqeder dibim, neçar dibim ji bo ji qadên çiyayî avê binim dereng diçim. Em weke jinên li herêmên çolwar jiyan dikin qeyrana avê jiyan dikin û em di pêkanîna pêwistiyên zarokan de zehmetiyan dikêşîn. Hemû rojê em bi av kêşan ji biran ve mujilin. Ji ber şertên heyî em nikarin jiyana xwe bijîn.”

Jin piraniya demê xwe bi lêgerîna avê derbas dikin

 Marjana Saleh diyar kir ku jinên ji beşê cûda yê çolwar pirsgirêka herî zehmet kêmaniya avê ye û destnîşan kir ku ev rewş ji bo jin avê bi dest bixe neçar dimîninin rêyên gelek dirêj biçin û wiha got: “Xelaya avê yek ji zoriyên herî mezin e ku jinên ji beşên çolwar jiyan dike rastî tê. Jin û zarokên keç piraniya demê xwe bi lêgerîna avê derbas dikin. Zarokên keç ji ber demê pêwîst ji bo xwendina dersan nabînin û ev jî bandorê li perwerdeya wan dike. Ji ber ev pênc meh e baran nebarî, di çalan de av kêm bûye. Ji bo em xwe bigihînin ava paqij em neçar dimînin 5 kîlometre rê biçin.”