Nebîla El-Rimêlî xwe ji wezareta tenduristiyê paşvekêşa
Seroka Meclisa bajarê El-Dar-El-Beydaa û Wezîra Tenduristî û Parastina Civakî Nebîla El-Rimêlî ji bo baştir bikare xizmeta Meclisa bajarê El-Dar-El-Beydaa yê bike xwe ji wezareta tenduristiyê paşve kêşa.
Mexrid- Di 7’ê Cotmehê de Wezîra Tenduristî û Parastina Civakî ya Mexribê Nabîla El-Rimêlî din ava 24 wezîran de hatibû peyîwirdarkirin. Di nava demek kin de daxwaza ji kar durxistinê kir û di 14’ê Cotmehê de li ser daxwaza xwe ji peyîwirê hat durxistin.
Li gorî daxuyaniya Dadgeha Qraliyetê ya ku di 14'ê Cotmehê de hate weşandin, di bendên madeya 47’an a destûrê û pêşniyara serokê hikûmeta Mexribê Mihemed El-Sadis, Xalid Ît EL-Talib bû wezîrê Tenduristî û Parastina Civakî, li şûna Nabîla El-Rimêlî. Heman daxuyaniyê destnîşan kir ku Nebîla El-Rimêlî daxwaznameyek pêşkêş kir da ku tevahî demê xwe bide erkên xwe yên wekî seroka Meclisa bajarê El-Dar El-Beydaa.
Nebîla Rimêlî ya 47 salî yek ji sê jinên ku vê dawiyê ji bo serokatiya meclisên sê bajarên mezin hatin hilbijartine. Cara yekem e li Mexribê jinek dibe seroka meclisa bajarê El-Dar El-Beydaa.