"Ne xwekuştin e, cînayet e!"
Gumanên di mirina Ayşe Tayurak a ku meha borî li Farqînê bi îdiaya "xwekuştinê" jiyana xwe ji dest da, zêde dibin. Keça Ayşe Tayurak, Elîf Tayurak, diyar kir ku bavê wê Adem Tayurak şîdeta sîstematîk li dayika wê dikir, rapora nebaşbûnî derûnî girtibû û got: "Ev ne xwekuştin e cînayete e" û banga hevgirtinê li hemû jinan kir û got, "Em ê dev ji vê bernedin, hûn jî bernedin."
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed – Di vê dema ku şîdeta li dijî jinan, komkujî, tacîz û destavêtin li Tirkiyeyê zêde bûye de, mirina bi guman a jinan jî di van demên dawî de her diçe zêde dibe. Wekî berê mirina bi guman a jinan wekî "xwekuştin" tê ragihandin. Bi biryara bidawîbûna Peymana Stenbolê re, rayedarên dewletê li Tirkiyeyê ku êrîşên li dijî jinan dijwar in, tedbîrên pêwîst nagirin. Gava ku di 20 salên dawî de bi hezaran jin hatin qetilkirin, di meha Hezîrana îsal de jî 26 jin hatin kuştin û 20 jinan jî bi awayê bi guman jiyana xwe dest dan.
Jin di bin navê "xwekuştinê" de tên qetilkirin
Her çendî jinên ku rastî êrîşên devkî û bedenî yên wekî tundûtûjiya sîstematîkî, gef û tacîzê hatine gilî dikin ji mêrên nêzê wan ên ku ew wan xeternak dibînin jî; biryara wan a dûrxistinê digrin jî ji ber tişta ku pêwîst dike nayê kirin, ew bi kuştin an bi navê "xwekuştinê” tên qetilkirin. Yek ji wan Ayşe Tayurak a 40 salî ye... Hat hînbûn ku Ayşe Tayurak ku li Taxa Bahçelîevlera Farqîna Amedê dijiya, di 8’ê Hezîranê de bi awayekî bi guman mir, ji hêla hevjînê xwe yê berê Adem Tayurak ve rastî şîdeta sîstematîkî hatiye û du caran biryara dûrketinê girtiye. Ne keça wê ne jî cîranên wê bawer nakin ku Ayşe Tayurak “întîhar” kiribe.
Ne xwekuştin e, cînayet e”
Keça Ayşe Tayurak a 20 salî Elîf Tayurak ku em li ser mijarê pê re axivîn, diyar kir ku dayika wê jineke têkoşer bûye û bûyer ne xwekuştin e, cînayet e. Elîf da zanîn ku dayika wê gelek êş kişandiye lê ew di heman demê de jineke têkoşer bû wiha got: "Îşkenceya ku ev 25 sal in nedîtibe nemaye. Lê dîsa jî tu carî dev ji tekoşîna xwe berneda. Ew baweriya min, hevala min, her tiştê min bû. Em bi tu awayî bawer nakin ku xwekuştin e û ev yek dê di rapora otopsiyê de diyar bibe. Wî zilamî mala me vala kiriye, tiştên diya min avêtine çopê. Em ji reva wê guman dikin. Dayika min xwe nekuştiye, kes nikare vê yekê bi me bide bawerkirin.”
"Pir eşkere ye ku beriya mirinê rastî şîdetê hatiye"
Elîf destnîşan kir ku wê cenazeyê dayika xwe dîtiye û li stû û rûyê wê birîn hebûne û banga; "Li poz û çavên wê birîn hebûn. Berî ku bimre şîdet dîtiye. Ev pir eşkere ye, em dixwazin gumanên heyî zelal bibin. Dayika min kesek ku xwe bikuje nebû. Em bang li hemû jinan dikin ku bi dilsozî bi me re bin, li rex me bisekinin. Em ê dev ji vê karê bernedin, hûn jî bernedin.”
Cîrana Ayşe: Ji bo rojbûna zarokê xwe amadekarî dikir
Cîrana Ayşe Tayurak TP. jî wan tiştan got: “Porê wê tevlihev bû. Mastê ku havên kiribû li ser maseyê bû. Ger kesek bixwaze xwe bikuje, çima rabe karê xwe bike û mastê xwe havên bike? Gava ku bûyer destpekê çebû, keçên wê gazî me hemîyan kirin û dema ku ez çûm hundir min berê xwe da por û cilên wê tevlihev bûn. Bi salan e şîdet didît lê tu carî teşebusa întiharê nekir. Şeva bûyerê gazî xwişka xwe kir û got rojbûna zaroka min e, ez ê jê rê paste çêbikim. Hevjînê wê bi salan şîdêt lê kir zarokên wê tehdît kir. Berî ku bûyer qewimî, ew her roj dihat vir û li malê dinihêrî. Kesên ku serê sibehê wî didîtin, hebûn. Her çend biryara dûrxistinê hebû jî ew dihat malê û bi Ayşe re şer dikir.”
Adem Tayurak beriya bûyerê rapor girtiye!
Hat hînbûn ku Adem Tayurak ku piştî bûyerê ji hêla polîsan ve li nexweşxaneyê hat binçavkirin di îfadeyên xwe de wiha gotiye: “We der barê min de biryara dûrxistine dabû, ez nikaribûm biçim wê malê. Tevî biryara dûrxistinê ya ji bo min, ez ê çawa biçim malê?” Hat hînbûn ku Adem Tayurak çend meh beriya mirina Ayşe ji bo xwe wekî nexweşek giyanî rapor girtiye. Adem Tayurak di daxuyaniya xwe ya li qereqolê de rapor wekî sedem nîşan da û piştî îfadeya xwe serbest hat berdan.
Gumanbar xaniyê li Farqînê vala dike!
Zarokên Ayşe Tayurak ku piştî bûyerê li navçeya Hazroya Amedê hat definkirin, li Hazroyê dimînin. Piştî agahiya ku me girt zarokan bavê xwe red kirine û bi wî re tekiliyên xwe qut kirine, hat hînbûn ku Adem Tayurak eşyayên li mala xwe ya vala ya li Farqînê derxistiye. Li gorî agahiyên ji cîranên wê hatine girtin, nayê zanîn Adem Tayurak eşyayên mala xwe derxistiye biriye ku derê.
Gotiye "Ger dayika te bimre, tu yê li zarokan binêrî”
Xizmek Ayşe Tayurak ku nexwest navê xwe bide, bal kişand ser axaftina Adem a bi zarokên wî re û wiha got: “Zarokan travmayek mezin derbas kirin. Zarok tu carî mirinê wekî xwekuştinê nabînin. Hefteyek berî bûyerê, Adem bi zarokan re dikeve nava sohbetê. Ji zarokek re dibêje, ‘ger dayika tê bimre, tiştek bi serê wê ve were, tu yê li xwişk û birayên xwe binêrî, tuyê ji wan re bibî dayik."
Ji bo dosyayê biryara veşartî hat dayîn
Dema ku lêpirsîna li ser bûyerê didomiya, hat hînbûn ku dozgeriyê der barê dosyayê de biryara veşartî girtiye. Rapora otopsiyê ya ku ji hêla Saziya Tiba Edlî ya li Amedê ve hat amadekirin hê nehatiye eşkerekirin.