Ne tenê rojek divê her roj têkoşîn hebe
Bi wesîleya 8’ê Adarê li Amedê jinên ku me mîkrofon dirêjî wan kir berteka xwe ya li dijî zêdebûna qetilkirina jinan anîn ziman û bal kişandin ku hêviya wan tenê têkoşîna jinan e. Jinan her wiha diyar kirin ku ne tenê 8’ê Adarê divê her roj bibe roja têkoşînê.
Amed – Bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li gelek bajarên Tirkiyeyê çalakî hatine destpêkirin. Tevgera Jinên Azad (TJA) îsal dê bi şiara “Li dijî tecrîdê azadî, li dijî qirkirina jinan em jiyanê diparêzin” bi jinan re li qadan be. Di serî de Amed, Stenbol, Adana, Riha, Mêrdîn û Êlih dê li gelek bajaran mîtîng, meş, hevdîtinên jinan, semîner, panel û şahî werin lidarxistin. Li gelek bajarên Tikiye û herêmê di çarçoveya amadekariya 8’ê Adarê de çalakî didomin. Wekî ajans me jî mîkrofana xwe dirêjî jinên amedî kir, li ser hêvî û bendewariyên wan, zêdebûna qetilkirina jinan pirs ji wan kir:
Ger kujeran cezayê heq kiribûn bigirtana dê ewqas jin nehatina qetilkirin
Rabia Eliş: “Şîdeta li dijî jinan û qetilkirina wan her roja diçe zêdetir dibe. Ji ber vê rewşê pir bi bertek im lê ger berpirsyar bixwazin pêşî li vê yekê bigrin, dikarin bi xebata xwe pêşî li mirinê bigrin. Ger kujer cezayê ku heq dikin bigrin dê cînayet ewqas zêde nebin. Êdî hêviya jinan ji pêşerojê tune ye. Ev rewşeke pir xirab e. Jin êdî ji pêşerojê zêdetir difikirin ka dê çawa xwe û zarokên xwe biparêzin. Ez 25 salî me, xeyala min welatekî xweş e. Min dixwest di rewşeke ji niha xweştir de bijîm lê li Tirkiyeyê jiyan pir zor e. Ji bo jinan li vî welatî jiyan gelek zor e. Min dixwest li vî welatî mirovan rêzê nîşanî hev bidana. Ev mafê me yê herî xwezayî ye.”
“Ez qet bextewar nîn im”
Nimet Nergiz: “Wekî jinek qet bextewar nîn im. Hemû jinên li derdora min rastî şîdetê tên. Dema wan dibînim pir xemgîn dibim. Em li dijî van rewşan dengê xwe bilind dikin lê tu kes tiştek nake. Desthilatdarî li dijî van bûyeran tenê diaxive lê tu tiştekî neke. Ez niha ji bo zaroka xwe jî pir bi fikar im û bi vê hestê dijîm. Navê vê jiyan nîn e. Hêvîdar im jin bigihîjin azadiya xwe û li dijî şîdeta li ser wan zagonên adil derkevin. Divê hem daraz, hem jî dewlet vê yekê ferq bikin.”
“Hêviya min jin in”
“Ece Kurtuluş: “Li vî welatî her roja diçe hêviyên min zêdetir dişkên û ji ber wê gelek caran tu bendewariyên min namînin. Li welat ji bo jinan wekhevî tune ye, tenê koletî li ser jinan tê ferzkirin. Hurmeta wan ji ramanên me re tune ye. Kesên ku rastiyan dibêjin jî bêdeng dikin lê divê jin li dijî vê yekê serê xwe netewînin û bi hev re bin. Piştgiriya jinan tenê bi jinan dibe, tenê ew dikarin bi hev re bin. Divê jin li dijî bûyerên li vî welatî tên jiyîn tu carî serê xwe netewînin. Li welat tenê tişta ku hêviyê dide min jin in. Hêviya min tenê bi têkoşîna jinan heye. Ez difikirim ku ev têkoşîn dê bigihîje armanca xwe."
“Em hemû rojan bikin 8’ê Adarê”
Ayten Ozek: “Li welat nirx ji jinan re nayê dayîn. Ji ber vê yekê cînayetên jinan zêde bûn. jin tenê ji bo zarokan bînin dinyayê û li malê rûnin najîn. Pergala ji bo jinan li malan heps bike her tiştî dike. Bila jin her dem bi hêz bin. Bila tu carî heheqiya li ser xwe nepejirînin. Jin tenê ji bo zewacê û welidandina zarokan nehatine dinyayê. Bila jin nîşan bidin ku ew di her warî de bi hêz in. Ne tenê 8’ê Adarê divê em her rojê têbikoşin û wekî vê rojê bibînin.”