Ne erdhejê dewletê li Balyanê nifşek tune kir
Li navçeya Balyan a Semsûrê ku ji ber erdhejê tenê 10 mal li ser lingan ma, ji ber nebûna xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi dehan kes di bi kavilan de jiyana xwe ji dest dan. Jinên ji Balyanê gotin “Tenê dilxwaz hatin gund, me dewletê nedît.”
MEDÎNE MAMEDOĞLU
Semsûr – Yek ji cihên ku ji ber erdhejê zirarek mezin dît Semsûr e. Gelek gundên Semsurê hilweşiya. Piştî depremê gundê Balyan a Semsûrê ku li çiyayên wê çal çêbûne û kevir rijiyane ser rê, navçe hama hama tune bû. Li gundê ku 110 mal lê hene, tenê 10 mal li ser lingan ma û gundikên wê jî di nav de 75 kes jiyana xwe ji dest dan. Li bajarokê ku li navenda wê 52 kes jiyana xwe ji dest dane jin bi roj li malên xwe yên ji erdhejê zirar dîtiye dimînin, şev jî li konan dimînin.
‘Min hewl da xuşk û birayên xwe derxim lê min nekarî’
Perîhan Kekîk anî ziman ku roja erdhejê li gundê wê bi dehan mal hilweşiyane û li goristana gund cih nemaye, destnîşan kir ku ew ji malbata xwe 7 kesan wenda kiriye. Perîhan Kekîk anî ziman ku ji ber erdhejê gelek kes di malên ax de bê henase mane û jiyana xwe ji dest dane, wiha got: “Min carek lê nêrî erd dihêje, tevî zarokên min ên cêwî em derketin derve. Piştre ez çûm mala bavê xwe. Li wê derê hevjîna birayê min û birayê min di bin axê de mabûn. Min hel da lê nekarî derxim. Piştre ez çûm mala birayê xwe yê din, min dît ku ew jî di bin axê de mane. Min 7 kesan wenda kir. Birayê min 3 roj di bin axê de ma. Birayê min ê din jî piştî du rojan ji bin kavilan hat derxistin.”
‘Mirov di bin axê de bê henase man û jiyana xwe ji dest dan’
Perîhan Keklîk anî ziman ku ji derveyî dilxwazan tu kes bi hawara wan ve neçûne bi van gotinan tişên ku jiyane kurte kir: “Ji derveyî dilxwazan tu kes ji bo alîkariyê nehat vir. Yên ahtin tenê ev bûn. Ji aliyê dewletê ve tu kes nehat vir. Sar bû, ew roj û piştî wê jî baran barî, berf barî. Bi rojan me nekarî cenazeyek xwe derxin. Tu kes nehat. Gelek zehmet bû em naxwazin wan kêliyan bînin bîra xwe.”
‘Me li gundê xwe dewletê nedît’
Gultan Gultekîn a wê şevê û piştî wê mîna ‘xewnereşkek’ penase dike, dibêje ku ew her şev bi daxwaza ku ‘ev tişt bila ne rastî be’ xew dike. Gultan Gultekîn anî ziman ku ew di nîvê zivistanê de ne û di konan de dicemidin wiha axivî: “Li gund cihekî ku em lê birunên nemaye. Şev mîna xewnereşk in. Zarokên me êdî nikarin xew bikin. Hemu xizmên me yên nêz mirin. Em di rewşekê xirab de ne. Em di konan de xew dikin milekî me serma milekî me berf. Em di nîvê zivistanê de ne. Dewlet pir dereng hat me, heta nehat. Me tu kesî nedît. Ev du roj in kon hatine ji me re, ji derveyî vê tu tişt nehat. Me herkesî wenda kir... Heywanên me telef bûn.”
‘Li gundê me nifşekî tune bû’
Gultan Gultekîn ya îşaret bi wê yekê kir ku li gundê wan nifşekî tune bûye û ciwan nemane, wiha got: “Nifşê gundê me tune bû êdî, kesên ciwan jiyana xwe ji dest dan. Dema ku em çavên xwe digrin û vedikin em dibêjin ‘ev ne rast in bila xew bin’. Lê çi bi êş e ku her tişt rast e. Em ji cihê xwe, pergala xwe, ji her tiştê xwe bûn. Ez qet nizanim emê çawa bikin."