Nazmetên jin yên hevşaredarên Kobanê û Eyn Îsa diyar bûn

Rêxistina Kongreya Star bi daxuyaniyekê encamên pêşhilbijartinên jin diyarkirin ku li Kobanê Mizgîn Elûş û li Eyn Îsa Sena Xelîl bi serketin.

Kobanê- Kongreya Star ku ji danê sibehê de xebatên pêşhilbijartinên hevşaredarên jin yên navçeya Kobanê û Eyn Îsa yên kantona Firatê pêk tîne, bi diyarkirina encamên dengdanan bi dawîkirin.

Li gor encamên derketî holê, namzeta Kongreya Star Mizgîn Xalib Elûş 700 deng girt û Felek Yusif 386 deng wergirt. Her wiha ya navçeya Eyn Îsa jî Sena Xelîl Elî 194 û Ayat Îsa Abdullah 122 deng wergirt.

Dê sibe jî  li kantona Firatê di asta 9 navçe û beldeyên kantona Firatê de pêşhilbijartin dewam bike ku pişt re di 30’ê Nîsanê û 2’ê Gulanê pêşhilbijartinên diyarkirina nameta mêr pêk werin.