Navi Pillay wekî seroka Komîsyona Lêpirsînê ya Navneteweyî hat wezîfedarkirin
Di 22'ê Tîrmehê de, Neteweyên Yekbûyî da diyarkirin ku ji bo Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan Navi Pillay hatiye wezîfedarkirin da ku serokatiya komîteya lêpirsînê ya navneteweyî li ser binpêkirinên mafên mirovan ên li Filistîn û Israîlê bike.
Navenda Nûçeyan- Komîsyona Lêpirsînê ya Navneteweyî ku ji aliyê Civata Mafên Mirovan de di Gulana borî de, piştî êrîşên Israîlê li dijî Filîstîniyan û êrîşên Israîlê li ser Xezayê hat damezirandin, biryar hat dayîn ku li ser navê Komîsereriya Bilind a Mafên Mirovan, Navi Pillay ve were birêvebirin hir wiha di komîteyê de du endamên din jî hene yê Hindî Mellon Kothari û yê Esturaliyî Chris Sidoti ye.
Navi Pillay yekem jin e ku di sala 1967' an de li herêma xwe ya Natal ofîsa parêzeriyê vekir, tê de parastina kesên ku li dijî Apartheid û îşkenceya dikir şermezar kir û ji bo bidestxistina mafên girtiyên Girava Robbenê bi ser ket.
Navi Pillay di 23'ê Îlona 1941'ê de hatiye dinyayê û wê qanûn (hiqûq) xwendiye her wiha di sala 1982'an de master di beşa hiqûqê de bi dest xist û di sala 1988'an de bawernameya zanista dadwerî bi dest xistiye.
Navi Pillay yekem jina Afrîqî ye ku ji başûrê Afrîqayê ye, wê di zanîngeha Harvarde de dereceya dektora di beşa qanûn de bi dest xist. Navi pir xelat girtine ji wana jî xelata xiruber ji bo mafên jinan û di sala 2009'an de kovara Forbes ew wekî asta 64'an a jina herî bihêz a cîhanê rêz kir.