Navenda Zanist, Lêkolîn û Arşîvê ya Pirtûkxaneya Jinên Kurd semînerek li dar xist
Navenda Zanist, Lêkolîn û Arşîvê ya Pirtûkxaneya Jinên Kurd, li Silêmaniyê li ser rol û girîngiya xwendina pirtûkan ji aliyê jinan ve semînerek lidar xist.
Navenda Nûçeyan- Îro danê êvarê li bajarê Silêmaniyê bi amadebûna hejmareke ji jinan bi boneya yekemîn salvegera damezrandina Navenda Zanist, Lêkolîn û Arşîvê ya Pirtûkxaneya Jinên Kurd, ji bo Kewser Hesen bi sernavê ‘Hevaltiya Jin û Pirtûkan’ û ji bo Mehsûme Îbrahîm bi sernavê ‘Nasîn û Girîngiya Pirtûkxaneyan’ semîner hatin lidarxistin.
‘Parastina çanda jinê di bin zexta çanda mêrê serdest de ye’
Di semînerê de çalakvana jinan Kewser Hesen di semînera binavê “Hevaltiya Jin û Pirtûkan” got: “Armanca vekirina Navenda Zanist, Lêkolîn û Arşîvê ya Pirtûkxaneya Jinên Kurd, perwerdekirina jinan bi rêya pirtûkane. Ji ber ku xwendina pirtûkan ji bo jinan yek ji rêyên sereke ye ji bo bidestxistina maf û armancên jinan. Bala xwe dana xwendinê wisa kiriye ku haya wan zêdetir ji pirsgirêkên xwe û civakê hebe. Navenda Zanist, Lêkolîn û Arşîvê ya Pirtûkxaneya Jinên Kurd ji bo me pir girîng. Komkirina delîlan û parastina çanda jinê di bin zexta çanda mêraniya serdest de ye. Lewra ev yek ji bo nifşên pêşerojê berpirsiyariyeke dîrokî ye.”
‘Navend dê bibe cihê hevdîtinên jinan’
Endama Komîteya Damezrêne ya Navenda Zanist, Lêkolîn û Arşîvê ya Pirtûkxaneya Jinên Kurd Mehsûme Îbrahîm jî di semîra xwe ya bi sernavê Nasîn û Girîngiya Pirtûkxaneyan’ wiha got: “Navenda me li ser sê stûnan hatiye avakirin. Eşkerekirina rastiya jinên Kurd hewl dide li ser bingeha zanista azad nasnameya jina Kurd bilind bike. Li dijî ramana ku jinê biçûk dixe ye. Navend dê bibe cihê hevdîtinên jinan û nîqaşkirina jiyan, xewn û pirsgirêkên wan.”
‘Jin dikare bi dîroka xwe re têkiliyeke xurt û rasterast dayne’
Mehsûme Îbrahîmdi berdevamiya axaftina xwe de wiha got: “Navenda Zanist, Lêkolîn û Arşîvê ya Pirtûkxaneya Jinên Kurd dê bibe navendek ji bo bîranîn û arşîvan ku netenê berhemên nivîskî; dîtbarî, dengî û delîlên jinan jî dihewîne. Herwisa divê çanda devkî ya jinan di çîrok, vegotin, kevneşopiyên devkî û folklorê de were berhevkirin û şîrovekirin. Bi vî awayî jin dikare bi dîroka xwe re têkiliyeke xurt û rasterast dayne.”