Navenda Miştenûr ji ber bombebaranê nikare xizmetê bide
Navenda Miştenûr a tendirustiyê ku rojane xizmetên bê pere ji bo 500 kesan dikir ji ber bombebaran dewleta Tirk nikare xizmetê bide. Bijîşk û nexweşên navendê gotin dewleta tirk bûye sedem bi sedan kes ji dermankirinê bêpar bimînin.
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê- Dewleta tirk di 25’ê Kanûna 2023’an de navena Miştenûr a Tendirustiyê ku li taxa şehîd Xebat a bajarê Kobanê ye 4 caran bombebaran kir. Navenda ku rojane xizmetê ji 500 nexweşên li Kobanê û navçeyên wê dikir, bi temamî wêran bû ji xizmetê derket.
Li gorî rapora Desteya Tendirustiyê ya têkildarî hedefgirtina Navenda Miştenûr a Tendirustiyê ziyanên çêbûn bi nirxê 200 hezar euro ne ku avahî, dekor, kusî û textên nexweşan, derman, cîhaz konrolê, klîma û ambûlans hatin rûxandin. Di navenda ku hatiye hedefgirtin de beşa hundirîn, jin, zarok, nexweşiya şekir, derûnî, aşkirina zarokan û beşa lezgîn hebûn. Her wiha di navendê de 6 ode û salonek, di beşa derûnî û hişyarî de 4 ode û salonek, beşa şekir 4 ode û salonek, beşa jinan 3 ode, beşa aşkirina zarokan odeyek û cihê parastina dermanan, deboya lojistîkê odeyek, odeya rêveberiyê, beşa lezgîn 3 ode û odeyek ji bo hêzên parastinê hene.
Niha Desteya Tendirustiyê ya kantona Firatê di nava hewldana ji nû ve avakirina navenda Miştenûr a tendirustiyê de ye.
Têkildarî bandora wêrankirina navenda Miştenûr nûçegihana ajansa me bi bijîşk û nexweşên ku tedawî dibûn re axivî.
‘500 nexweşên ku zêdetirî wan zarok in ji xizmetê bêpar in’
Bijîşk Evîn Xelîl ku demeke dirêj e di navenda Miştenûr de kar dike, agahî wiha parve kir: “Dewleta tirk navenda Miştenûr di 25’ê Kanûna 2023’an de 4 caran topbaran kir ku di encamê bi temamî ji xizmetê derket. Di navendê de gelek beşên weke; hundirîn, jin, zarok, nexweşiya şekir, derûnî, aşkirina zarokan, laşmaniya û beşa lezgîn hebûn. Ji ber vê rojane herî kêm 500 nexweşên ji navenda Kobanê û gundewarên wê serdan dikir û dihatin dermankirin. Ji ber ku xizmet û derman bê pere bûn, her kesê berê xwe dida me. Me jî weke kadroyên navendê bi dil û can kar dikir, ji lewre ji dewlemendan bigre heta belengazan berê xwe didan cem me. A niha rewşeke giran di nava nexweşan de ava bûye, bi taybetî jî li gel nexweşên şekir. Hinek ji wan dikarin hebên xwe ji dermanxaneyên derve bigrin lê ji bo dermanê însûlîn bi taybetî tenê li gel me hebû. Nexweşên ku divê însûlîn bibin, a niha bi xeteriyên mezin re rû bi rû ye. Her wiha ji bo zarokan, rojane hejmara herî zêde zarok bûn ku nêzî 300 zarok derbasî gel me dibû. Zarok di beşa aşkirin, derûnî û wekî din jî derman dibûn. Cudatir ji bo beşa laşmaniya, tenê li cem nexweşên leşmaniya dihatin dermankirin, niha jî nikarin dermankirina xwe berdewam bikin.”
‘Jiyana zêdetirî milyonek kes ket xeterê’
Evîn Xelîl da zanîn ku îhtîmala pêkhatina komkujiyeke mezin hebûn û got: “Me dermanê xwe her meh nû dikir, dema ku navend jî hat bombebarankirin me derman hemûyan nû anîbû. Ji ber vê hemû derman, ode, cîhazên tevahî beşan, text, kursî, îko, cîhazên tansiyonê, dil û hwd. bi temamî şewitîn û êdî nayên bikaranîn. Ji bo vê ziyanên madî yên gelek mezin ji bo Desteya Tendirustî û rêxistina MDM’ê ku di warê derman de destek dide, hat jiyîn. Roja ku bombebaran tê de pêk hat, betlane bû. Ger ne wiha be ez bawer dikim ku dê komkujiyeke mezin pêk bihata, xebatkarên navendê 75’in her wiha 500 nexweş ku her yek ji wan jî kesek din bi xwe re tîne. Lewre zêdetirî milyonek kes ji bombebaranê bi bandor bûn.”
Bijîşk Evîn Xelîl diyar kir ku ew ê di hemû şert û mercan de bi erka xwe ya exlaqî rabin û got: “Bêguman em weke bijîşk, bûyera ku pêk hat bi tundî şermezar dikin. Navenda Miştenûr cihekî xizmetguzarî bû ku xizmetên wê ji bo civakê bû. A niha çavên gel li ji nû ve avakirina navendê ye lewre em jî vê xebatê didin meşandin ku em careke din xizmetên xwe yên tendirustî ji bo civakê pêşkêş bikin. Weke bijîşk jî me ji bo erka xwe sond xwariye. Lewre em ê xwedî li sonda xwe derkevin û tevî hemû şert û mercan gelê xwe derman bikin.”
‘Em ji bin barekî aborî yê giran derdiketin’
Sedîqa Xilo ku yek ji 500 nexweşên bi xwe û zarokên wê jî li gel navenda Miştenûr derman bûne, wiha bal kişand ser sûda ku wergirt: “Ez weke dayikeke du zarokan, yek ji welatiyên Kobanê ku min sûdeke mezin ji navenda Miştenûr digirt. Dema zarokên min nexweş diketin, sivik ango giran min yekser ew dibirin Miştenûrê û li wir derman dikirin. Hem bijîşk bi mirov re gelek mijûl dibin her wiha hemû derman jî bê pere bûn û ez dikarim teqez jî bikim ku dermanên herî baş bûn. Bi taybetî jî dermanê îltihabê gelek baş bû ku yekser bandorê li ser zarokan dikir. Her wiha navenda Miştenûr hevpeymana xwe bi bijîşkên herî baş ên Kobanê re îmze kirbû. Dema ez ducanî bûm serdana beşa jinan kiriye ku bû sedem ez ji bo welidandinê amade bim û zarokên min bi tendirustiyeke baş be. Wekî tê zanîn ku giştî Sûriyeya di rewşeke aborî ya dijwar re derbas dibin, ji ber vê ev navend ji bo me welatiyan derfeke mezin bû ku xizmetên tendirustiyê yên herî baş bi rengekî bê pere bigrin.”
‘Dewleta Tirk dixwaze berê me bide koçberiyê’
Sedîqe Xilo armanca dewleta Tirk ji wêrankirina binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha nirxand: “Hedefgirtina navenda Miştenûrê bûyereke ku tevahî gelê Kobanê şahidiya wê kir. Ev bûyer ne cara yekemîn e ku pêk tê, beriya vê dewleta Tirk nexweşxaneya Covîd-19 jî bombebaran kir. Em weke civak van êrîşan wiha dinirxînin; delweta Tirk bi hedefgirtina cihên zimetguzariyê dixwaze berê me bide koçberiyê. Dewleta Tirk dixwaze bi şerê sar wisa li me bike ku em terka warê xwe bikin. Wêrankirina binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, qutkirina ava Firatê û şerê taybet bi kar anîn, gotinên me teqez dike. Dewleta Tirk bi van êrîşan re ewlehî û aramiya herêma me xirab dike û bi taybetî jî navenda tekane ku ximzetên tendirustiyê ji bo me pêşkêş dike, wêran kir.”