Navenda Koordînasyona Krîzê ya HDP’ê 24 saetan bê navber dixebite

Navenda Koordînasyona Krîzê ya HDP’ê da zanîn ku 30 hezar mexdûrên erdhejê serlêdana wan kirine.

Navenda Nûçeyan - Piştî erdheja ku navenda wê Merşe Bazarcix ku pileya 7.7 û 7.6 pêkhatî, Partiya Demokratîk (HDP) Navenda Koordînasyoa Krîzê ava kir û xebatên HDP’ê yên ji bo mexdûrên erdhejê berdewam dike.

500 endamên navenda Rêveberiya komîteya HDP’ê  di Navenda Koordînasyonê de dixebitin û li 10 bajarên ku ji erehejê bandor bûne zanyarî tên girtin. Navenda Koordînasyona Krîzê wek 3 nobetan kar dikin û 24 saetan bê navber xebatên xwe didin meşandin. 

Navenda Koordînsayona Krîzê ya HDP’ê diyarkirin ku îro ji saet 14:00’an ve 30 hezar mexdûrên eredhejê serlêdana wan kirine. Di nava kesên ku serlêdan kirine ew kesên ku kes û karên wan dibin kavilan de mane, ew kesên ku nikarin xwe bigihînin kes û karên xwe jî hene. navenda Koordînsayona Kirîzê ya HDP’ê da zanîn ku ew zanyariyên ku gihane wan, gelek caran gazî AFAD kirin e.