Navenda Jiyan a tiba xwezayî deriyên xwe ji hemû jinan re vekiriye

Navenda Jiyan a tiba xwezayî ya ku li bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye vekirin, hemû kes û jin tê de tedawî dibin û alîkariya wan dikin.

ZEYNEB ÎSA

Qamişlo- Dermankirina bi rê û rêbazên tiba xwezayî pir girîng e û her wiha mirov sûdeke baş jê digrin. Dema ku mirov li dîrokê vegere, dibîne ku dermankirina xwezayî pir li pêş bûye û tu kesê dermanên kîmyewî bi kar nedianî. Ji bo ku dîrok were zindîkirin û rê li pêşiya dermanên kîmyewî were girtin, di 27’ê Mijdara 2023’yan de ji aliyê Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê ve Navenda Jiyan a tiba xwezayî hat vekirin. Navenda Jiyan gelek cureyên tedawîkirina nexweşiyan di nava xwe de dihewîne û rê li pêşiya dermanên kîmyewî digre. Rêvebera Navenda Jiyan Şehnaz Omer behsa kar û xebatên navendê ji ajansa me re kir.

‘Rê li pêşiya dermanên kîmyewî bigrin’

Şehnaz Omer behsa destpêka vekirina navendê û armanca wan a bi vekirina wê kir û got: "Ji 27’ê Mijdara 2023’yan ve bi alîkariya Weqfa Jin a Sûriyeyê, me ev Navenda Jiyan a tiba xwezayî vekiriye. Armanca me bi vekirina vê navendê ew e ku di van salên dawî de nexweşî pir zêde bûne ji ber dûmana wesayîd, kargeh û jeneratorên elektrîkê. Me xwest bi tiba xwezayî em van nexweşiyan tedawî bikin û rê li pêşiya dermanên kîmyewî bigrin û her wiha bi dermankirina tiba xwezayî re ji % 70 encamên erênî tên girtin."

‘Bi destên xwe me giyayên xwe çand’

 Şehnaz Omer, li ser zehmetiyên destpêkê û tedawîkirina bi tiba xwezayî û wiha berdewam kir: "Destpêka ku navend hat vekirin giyayê ku piranî me pê kar dikir peyda nedibû, piraniya caran me ji derve qewêtî dikir heta ku digihîşt jî pir dereng dima ji ber vê yekê di hewşa navendê de me bi destên xwe giyayê xwe çand û derman jê çêkir. Ne peydakirina hingiv dibû sedema zehmetiyan ji ber ku hingiv tişta herî bingehîn e ji bo derman lê bi alîkariya rêxistinan ji me re hingiv anîn û ew zehmetî jî derbas bû. Her nexweşiyek dermanekî wê heye hinek nexweşî em zeytê didin wan an jê tedawiya fîzîkî, firkandina laş û nexweşiyên dîsk em merhemên tiba xwesayî didin wan. Heta roja me ya îro nêzî 160 cureyên giya hene, em bi kar tînin."

‘Tiba xwezayî encamên serkeftî bi xwe re tîne’

Şehnaz Omer xwest ku di pêşerojê de şaxên Navenda Jiyan li tevahî herêmê vebin û wiha bi dawî kir: "Em dixwazin di pêşerojê de navenda me bi nav û deng bibe û her şaxeke me li tevahî bajarên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vebe da ku em alîkariya gel bikin. Em dixwazin nexweş berê xwe bidin dermanên tiba xwezayî ji ber encamên wê pir baş in û tu bandorên wê neyînî tune ne."