Navenda Jinan a Binevş hat vekirin

Di bin bana şaredariya Bajarê Nû de Navenda Jinan a Binevş hat vekirin. Hevşaredara Bajarê Nû Safiye Akdag di vekirinê de axivî û got: “Ji bo piştgiriya jinan em vir vedikin. Ne tenê ji bo jinê Kurd ji bo hemû jinan em ê xizmetê bimeşînin.”

Amed-Şaredariya Bajarê Nû Navenda Jinan a Binevş vekir. Li Jîn Park a taxa Uçkuyular a Yenîşehîrê navend hat vekirin û ligel welatiyan, endamên TJA, rêxistinên DEM Partî, DBP’ê yên Amedê, hevşaredarên bajarê mezin ên Amedê, dayikên aştiyê û saziyên civaka sivîl tevli bûn. Hevşaredar Safiye Akdag axaftina vekirinê kir.

Safiye  Akdag da zanîn ku xwestine navendê di 2019’an ve bikin lê ji ber qeyûman projeya wan nîvco maye û wiha got: “Lê îro em Navenda Binevş vedikin. Ev ji bo me gelek girînge. Ji bo piştgiriya jinan em vir vedikin. Ne tenê ji bo jinê Kurd ji bo hemû jinan em ê xizmetê bimeşînin.”

Hevşaredara Bajarê mezin a Amedê Serra Bucak jî piştre axivî û da zanîn ku di 8 salan de çi tişt nîvco maye, soza temamkirina wê dane û got bila navend li jinan bi xêr be.

Piştî axaftinan navend hat vekirin.