Navenda Gurçikan a Qamişloyê dîsa dest bi dermankirina nexweşan kir

Navenda Diyalîzê piştî ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatibû hedefgirtin, li bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîrê dîsa dest bi dermankirina nexweşan dike. Nexweşa gurçikan Cemîle Abbas daxwaza rawestandina êrîşên dewleta Tirk kir.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo- Di 23’ê Kanûna 2023’an de dewleta Tirk êrîş bir ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Di van êrîşan de binesaziya herêmê weke cihên petrol, elektrîkê, navendên xizmetguzariyê, navendên tenduristî, rêbendên ewlekariya herêmê û malên sivîlan armancên sereke bûn ku di encamê de 10 hemwelatiyên herêmê jiyana xwe ji dest dane.

Yekane navenda oksîjenê û diyalîzê ya li Qamişloyê bombe kirin

Navenda Diyalîzê ya şûştina gurçikan û navenda hilberîna oksîjenê ya bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîrê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yek ji wan cihan e ku di şeva 25’ê Kanûnê de dewleta Tirk êriş bir ser. Ev navenda hilberîna oksîjenê ya yekane ye li vê kantonê ku xizmetê dide hem nexweşxaneyên giştî, hem jî yên taybet ku tenê ev 10 roj bûn ketibû meriyetê.

Navenda Diyalîzê jî li kêlek wê ye û di heman wextî de rewşa wê hesas e ji ber ku li bajarê Qamişloyê tenê ev navend heye û ji ber êrîşa dewleta Tirk  li ser vê navendê, di roja duyem a êrîşê de nexweşê bi navê Ehmed Ebdulrehman Xidir jiyana xwe ji dest da.

‘Niha tenê dikarin li rewşên lezgîn binêrin’

Navenda Diyalîzê di sala 2021’ê de li bajarê Qamişlo hatiye avakirin. Rêveberê Navenda Diyalîzê Rafie Abbas dibêje: “Li derdora 70 nexweşên vê navnedê hene piraniya wan temenêwan mezin e, ji navçeyên cuda yên bajarê Qamişlo ku tenê di hefteyekê de nêzî 130 danişînên paqijkirina gurçikan belaş ji wan re tên çêkirin. Jixwe ev navend piştî du rojan ji sekindandinê, dîsa ket xizmetê lê dîsa jî hê gelek tişt tê de hene ku divê werin tamîrkirin.”

Rafie Abbas wiha lê zêde dike: “Ji bo dermankirina nexweşan rojane 20 hezar lître ava distilasyonê tê bikaranîn, di encama vê bombebaranê de ziyaneke mezin gihîşt vê stasyona avê, lewma em niha tenê dikarin rewşên lezgîn bigirin. Em niha li ser tamîrkirina wê dixebitin da ku demekî kin de ji xizmetê re amade bibe.”

‘Ma mirovahî  li ku ye?’

Cemîle Derwîş nexweşeke gurçikan e 65 salî ye, salek û nîv e li Navenda Diyalîzê ya Qamişlo tedawî dibe ew di hefteyê de 2 caran tê navendê ji bo ku gurçikên xwe bişû. Cemîle Derwîş teqez dike ku tişta dewleta Tirk dike kiryarên dijmirovahî ye û wiha pê de diçe: “Navendên tenduristiyê çawa dibin hedef? Bêyî tiştekê jiyana me di xetereyê de ye, ger êrîş berdewam bikin em ê bê şik bimirin.”

‘Divê dewleta Tirk bê sekinandin’

Cemîle Derwîş diyar kir ku tevî xeteriyên berdewam û zirarên ku bi ser Navenda Diyalîzê de hatine ew neçar in di zûtirîn demê de dermankirina xwe berdewam bikin ji ber ku rewşa wan a tendirustiyê bi xeterê re rûbirû ye û wiha bi dawî kir: “Di bin banê ku dewleta Tirk hilweşandiye  ez niha xwe tedawî dikim. Kanî mirovahî? Çima dewleta Tirk wiha dike û çima nayê cezakirin? Divê Dewleta Tirk bê sekinandin.”