Navenda Şêwirmendiya Jinan a Binevş tê vekirin

Hevşaredara Bajarê Nû Safiye Akdag, mizgîniya vekirina Navenda Şêwirmendiya Jinan a Binevş da û got ku ew li ser esasê têkoşîna li dijî polîtîkayên şerê taybet ên ji aliyê qeyûm ve tên meşandin û bi taybetî jî zêdebûna madeyên hişbir ava bikin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Di hilbijartinên herêmî yên li Tirkiye û Kurdistanê yên di 31’ê Adarê de hatin lidarxistin, Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM PARTÎ) piraniya şaredariyên ku berê bi tayînkirina qeyûman hatibûn desteserkirin, paşve girtin. Yek ji wan şaredariyan jî navçeya Bajarê Nû ya Amedê ye. Xelkê navçeyê ku ji salên 90’î û vir ve ji parêzgeh û navçeyên derdorê koçberiyeke dijwar lê hatiye kirin, li dijî şerê taybet û gendeliya civakî ji têkoşîna nasname, çand û zimanê zikmakî tu carî paşve gav neavêtiye. Li vî bajarê ku berxwedaniyek mezin lê heye polîtîkayên şerê taybet jî bi dijwarî tê hîskirin. Yek ji wan polîtîkayên şerê taybet ku pir eşkere xuya dike madeyên hişbir e. Gel diyar dike ku qeyûm piştî şaredariyan xesp kiriye hîn zêdetir polîtîkayên şerê taybet bi pêş ketiye û di pêvajoya hilbijartinê de têkoşîna li dijî hişbir û şerê taybet weke daxwazeke bingehîn nirxand.

Hevşaredara Bajarê Nû ya Dem Partiyê Safiye Akdag diyar kir ku polîtîkayên şerê taybet ciwan û jinan hedef digre û got ku dê xebatên wan ên destpêkê jî girêdayî vê mijarê be her wiha destnîşan kir ku dê di demek nêz de mizgîniya Navenda Şêwirmendiya Jinan a Binevşê vekin da

‘Daxwaza gel a destpêkê têkoşîna li dijî madeyên hişbir e’

Safiye Akdag diyar kir ku xebata wan a destpêkê têkoşîna li dijî madeyên hişbir e yên ku di çarçoveya polîtîkayên şerê taybet de belav dibe û got ku ev bendewariya sereke ya gel e  û wiha got: “Gel ne piştî hilbijartinê, gelek caran di pêvajoyên qeyûm de jî daxwazên xwe dianîn ziman. Di destpêkê de dayik li bendê ne ku ji bo ji hişbirê re çareserî were dîtin gel ji me re dibêje ‘em ji we av û elektrêkê naxwazin, zarokên me ji destên me diçin, ji bo wan tiştek bikin’ em diçin ku derê bi vê daxwazê re rû bi rû dimînin. Ji bo vê me xwest em destpêkê li ser vê mijarê xebatê bidin meşandin.”

Safiye Akdag, destnîşan kir ku ji sala 2016'an û vir ve ku qeyûm hatine tayînkirin, pirsgirêkên civakî kûrtir û zêde bûne û bi bîr xist ku xebatên ewil ên qeyûman girtina saziyên jin û ciwanan û rawestandina xebatên li ser wan e. Safiye Akdag, anî ziman ku gel bi girtina saziyan re nikare muxatab bibîne û got ku qeyûm bi polîtîkayên xwe yên şerê taybet dixwazin xerabûna civakî çêbikin.

Navenda Şêwirmendiya Jinan Binevş wê were vekirin

Safiye Akday a ku gotî demek nêzîk de bi vekirina Navenda Şêwirmendî ya Jinan a Binevş, hedef dike ku jinên li navçeya wa cih digrin li yek navendê pirsgirêkên wan çareser bikin da zanîn ku li navendê girêdayî jinan weke psîkolojîk, hiquqî, aborî, civakî û çandî gelek xebatan wê pêk bînin û got: 

“Dîsa saziyên ku di destpêkê de hatin girtin saziyên jin, ziman û çandî bûn. Navê wan ên Kurdî hatin guhertin, naveroka wan xira kirin û rêveberên mêr hatin ser saziyên jinan. Beriya ku em bên jî van saziyan texsîsê saziyên fermî kirine. Hem madeyên hişbir hem jî ji şerê taybet aliyê ku herî zêde bi bandor bûne jin in. Jinan hem ji bo xwe hem jî ji bo zarokên xwe xwestin kar werin kirin. Me van daxwazan anî ber çavan û em ê di rojên pêşiya me de li navenda Jinparkê ‘Navenda Şêwirmendî ya Jinan a Binevş’ vekin. Li wê derê ji bilî perwerdeyan em plan dikin ku bi hejmarek zêde xebatan bimeşînin. Wê perwerdeyên me hebin hem ji xala hiquqî hem jî ji xala tenduristî alîkarî bidin. Ji bilî vê jî wê li navenda me derûnînasek û civaknasek were dîtin.”

‘Em ê xebatên xwe di her warî de bidomînin’

Safiye Akdag anî ziman ku tevî ku navend jî vekirin wê mal mal bigerin û guhdarî jinan bikin û  axaftina xwe wiha domand: “Em girêdayî hem di nava civakê de hem ji li ser xalên aborî em dikarin çi bikin em ê binirxînin. Em ê ji bo jinan zêdekirina qadên xebitandinê bigerin. Dîsa di xebatên film, ziman û çandî de em jin werin gel hev. Gelek xebatên ku me ji bo jinan hedef kiriye hene. Kolan bi kolan, mal bi mal em ê bigerin, li daxwazên wan guhdarî bikin. Em texrîbatên ku çêbûne çareser bikin û li pêşiya xwe binêrin.”