Navên kesên di Komkujiya Parîsê de jiyana xwe ji dest dane eşkere bû

Navê kesên di komkujiya li Parîsê hat pêkanîn de jiyana xwe ji dest dan, eşkere bû. Di nav wan de yek ji pêşengên Tevgera Jinên Kurd Emîne Kara jî heye. Gelê Kurd û dostên wan dê îro li Parîsê çalakiyeke şermezarkirinê ya mezin li dar bixin.

Navenda Nûçeyan- Hevserokên KCDK-E’yê Fatoş Goksungur û Yuksel Koç nasnameyên kesên di erişa bi ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsa paytexta Fransayê de canê xwe ji dest dan eşkere kirin. Hevserokên ku diyar kirin komkojiya hatine pêkanîn wan bi giranî birîndar kiriye û dan zanîn ku kesên hatine qetilkirin Emîne Kara a pêşengeke ji pêşengên Tevgera Jinên Kurd, ji Tevgera Çandê hunermend Mîr Perwer (M. Şîrîn Aydin) û welatparêzê kurd Abdûllah Kizil in.

Li gelek bajarên Ewropayê Kurdistanî û dostên wan li dijî komkujiya duh bi şev daketin qadan. Welatiyên ku daketin qadan ji komkujiyê dewleta Tirk berpirsyar dîtin, balkişand ku pekahtina vê êrişê ya beriya salvegera 10'emîn a qetilkirina 3 jinên kurd ên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku 9'ê çileya 2013'yan li Parîsê hatibûn qetilkirin, ne tesaduf e.

Der barê mijarê bi taybet tevgerên jin û çandî, gelek saziyên sivîl, partiyan siyasî de daxuyanî dan û komkujî şermezar kirin.

‘Qetilkirina rêhevalê me Evîn ne tesaduf e’

TJK-E'yê têkildarî qetilkirina yek ji pêşengên tevgera jinên Kurd Emîne Kara ya di Komkujiya Parîsê de daxuyaniyek da û banga bilindkirina têkoşînê kir.

TJK-E'yê ku diyar kir Evîn bi salan e di nava tevgera jinên Kurd de têdikoşe, di berdewamiya daxuyaniyê de wiha got:

“Îro bi fermana Recep Tayyîp Erdogan, li Parîsê êrîşek li Navenda Çandê ya Kurd a Ahmet Kaya hat kirin. Wek qetlîama 9’ê Çileyê ev êrîş jî ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye organîzekirin. Dewleta Fransa jî tevdîr negirtin, sûcdar krîmînalîze kir, ser sûc girt û bû hevkarê qetlîamê. Di vê êrîşa hovane de Evîn (Emîne Kara) a pêşengeke Tevgera Jinên Kurd û Hunermendê Kurd Mîr Perwer û welatparêzek hatine qetilkirin.

Di şexsê hevrêya xwe Evîn de em sersaxî ji malbatan re û ji birîndaran re şifayê dixwazin.

Hevrêya me Evîn bi çanda xwezayî Botanê mezin bûbû, jineke wêrek, kedkar û xurt bû ku bi hişmendiya ax û azadiyê hatibû stirandin. Li her parçeyê welatê me ji bo jinan û welatê xwe têkoşiyaye û bi dil û hişmendiya xwe li ber mêtingeran rabûye. Qetîlkirina jineke wiha ku jiyana xwe fedayê azadiyê kiriye, ne lêrasthatinî ye. Dewletên mêr ên kujer dibêjin qey bi qetilkirina jinan wê têkoşîna ji bo azadiyê ya jinan rawestînin.

Tevgera Jinên Kurd ku di şexsê Sakîneyan de di Qetlîama Parîsê armanc hat girtin, bi qetilkirina heval Evîn careke armanc hat girtin. Careke din gule berdan jinan û azadiyê û Kurdan. Xwîna jinan careke din li Parîsê hat rijandin, careke din ser sûcên kujeran hat girtin.

‘Her şaxika ku dikeve erdê, wê hêrsa me hîn zêdetir bike’

Em dibêjin ku; dewleta Tirk a faşîst û mêtinger hingê ku hewil bide me bêdeng bike em ê hîn zêdetir biqêrin, hingê ku ew hewil bidin ku kolanan li me bigirin em ê kolanan tejî bikin, hingê ku ew bi komkujiyan gefan li me bixwin em ê bi dirûşmeya ‘Berxwedan jiyan e’ bersiva wan bidin.

Jinên Kurd heta mirinê girêdayî azadiyê ne. Jinên Kurd ji Sakîne Cansiz hînê berxwedanê bûn. Em ê heta ku hesabê Evîn û hevalên xwe yên welatparêz ên din dipirsin, li qadan bin. Heta ku Edalet dirust bibe em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin. Ji bîr nekin! Her şaxika ku dikeve erdê, wê hêrsa me hîn zêdetır, bike. Hêrsa me li ber kujeran e. Bijî têkoşîna me ya azadiya jinan! Bimire dewleta Tirk a kujer!”

Daxuyaniya Kevana Zerîn

Tevgera Çand û Hunerê ya Jinê Kevana Zerîn jî bi daxuyaniyeke nivîskî komkujî şermezar kir û destnîşan kir ku heta komkujî bê ronîkirin dê li kolanan di nava têkoşînê de bin.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku êdî dijminahiya Kurdan sînoran derbas kirine û wiha hat gotin, "Li gorî me, cînayetên kiryarên wê diyar in, piştî 10 salan li heman cihî û bi heman rêbazê hatine kirin. Bê guman ev ne tesaduf e. Êrîşa Parîsê di salvegera êrîşa Parîsê ya sala 2013’an de, pêk hat. AKP-MHP’ê bi hevkarên xwe yên li van welatan êrîşên xwe li dijî Kurd û jinên ji ber faşîzm û zextan neçar man xwe li Ewropayê bi cih bikin, pêk tîne. Bê guman ne tesaduf e ku êrîşa dawî ya Parîsê bi salvegera yekemîn êrîşa Parîsê ya 2013’an re hevdem bû. Êrîşên li dijî Kurd û jinên ji ber faşîzm û zextên AKP-MHP’ê êrîşên xwe yên neçar man xwe li Ewropayê bi cih bikin, bi rêya hevkarên xwe yên li van welatan pêk tîne.

‘Erka me ye ku em li her qadê li ber xwe bidin’

Dewleta Tirk a ku di faşîzmê de ti sînoran nas nake, ji bo tinekirina rastiya berxwedêr a Kurd û jinan li Rojhilata Navîn û cîhanê her cure planên qirêj xistiye meriyetê. Ji ber ku baş dizanin ku rastiya Kurd û jinê Kurd dê dawî li pergala wan bînin. Gelê Kurd û jinên hêja; ger faşîzm li her cihî û her kêliyê êrîş bike, erka me ye ku em li her demê û li her cihî li ber xwe bidin û dawî li dîktatoran bînin. Li ser vê bingehê em Tevgera  Çanda Jinên Kevana Zerîn êrîşa giran a li ser Navenda Çand û Hunerê ya Ahmet Kaya şermezar dikin û ji dewleta Fransayê dixwazin ku sûcên ku hatine kirin û hêzên qirêj ên li pişt wê derxin holê û wan  bidarizînin. Divê hikûmeta Fransayê bizane ku zû yan dereng wê di wijdanê dîrok û mirovahiyê de, weke hevparê her kuştina ku di tariyê de hiştiye û ronî ne kiriye, were darizandin.

Li ser vê bingehê bi taybetî di şexsê hunermend Mîr Perwer û her du hevrêyên me de em li pêşberî rastiya Kurd û jinên li ser vê rêyê li ber xwe didin bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Em bang li hemû hunermendan, bi taybetî jî bang li jinên hunermend dikin ku heta komkujiya li hemberî Navenda Çandê ya Ahmet Kaya ronî bibe, li qadan li ber xwe bidin."

Kurd û dostên wan îro li Parîsê ne

Ji gelek bajarên Ewropayê gelê Kurd û dostên wan dê îro ji bo protestokirina êrişa terorî û şermezarkirina xemsariya raya giştî ya Fransayê û cîhanê tev li xwepêşandana mezin bibin. Çalakiya şermezarkirinê îro wê saet di 12.00’an de li Place de la Répûblîqûeyê xwepêşandan bê lidarxistin.

Di daxuyaniya ji aliyê Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) û Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) de, banga tevlîbûna meşa navendî ku ji îşev pê ve sibê li Parîsê li dijî qetlÎamê bê li darxistin hat kirin.