Navê Jina Emînî li xaçerêyek Îtalyayê hat dayîn
Navê Jîna Emînî ya ku li Îranê hat qetilkirin li bajarê Livorno yê Îtalyayê li xaçerêyek hat dayîn.

Navenda Nûçeyan- Li bajarê Lîvorno yê Îtalyayê bi wesîleya 25’ê Mijdarê navê Jîna Emînî ya ji aliyê hêzên Îranê ve hatî qetilkirin, li xaçerêya li Via del Risorgimento û Via Don Bosco hate kirin.
Di peyamên li merasîmê hatin dayîn de, hate diyarkirin ku divê her kes ji bo afirandina civakeke adil, berpirsyarî bigire ser xwe.
Nûnerên Heyva Sor a Kurdistanê jî beşdarî merasîmê bûn û gotin: “Em spasiya Şaredariya Lîvorno, Şaredar Luca Salvetti û her kesê ku keda wî/ê di vê yekê de heye, dikin. Em ê piştgiriya xwe ya ji bo her hewldana azadî, edalet û xwedî derketina li mafên mirovan, bidomînin.”