Navê Hevrîn Xelef li qadek a Fransa kirin
Qada ku şaredariya bajarê Lyon ê Fransayê navê siyasetmendara Kurd Hevrîn Xelef lê kirî bi merasîmek fermî hat vekirin.
Navenda Nûçeyan- Şaredariya bajarê Lyon ê Fransayê di civîna xwe ya 8’ê Tîrmehê de biriyar dabû ku navê siyasetmendara Kurd Hevrîn Xelef li qada dikeve navbera kolanên Marseîlle û Salomon-Reînach ên semta Gûîlloteîere bike. Êvara sêşemê 21’ê mehê Qada Hevrîn Xelef bi merasîmek fermî hate vekirin.
Di merasîma vekirinê de Serokê Şaredariya Herêma 7’an a Lyon Fany Dubot û alîkara têkiliyên navneteweyî ya Serokê Şaredariya Lyon Sonîa Zdorovtzoff tevlî bûn. Qada li kolanên Marseîlle û Salomon-Reînach a dikeve navbera semta Gûîlloteîere de tebeleya bi nivîsa ‘Qada Hevrîn Xelef, 1984-2019, Jina Kurd a Siyasetmedar û Femînîst’ hate daliqandin. Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Lyonê Gregory Doûcet diyar kir ku hewldana danîna navê jinan a li kolanan parçeyek ji vê ye, ji bo wê navê Hevrîn Xelef hilbijartin.
Alîkara têkiliyên navneteweyî ya Serokê Şaredariya Lyon Sonîa Zdorovtzoff jî diyar kir ku bi vê hewldana şaredariyê re têkoşîna gelê Kurd a li dijî DAÎŞ’ê silav dike, dixwazin hemû hewldanên azadî û demokrasiyê yên jin û mêrên li Sûriyeyê pîroz kirine jî.
Seroka Komeleya Dostên Kurd a Lyon Thîerry Lamberthod jî spasdariya xwe ya ji bo biyarê nîşan da û got: “Eger ji bo Kurd û ji bo Rojhilata Navîn dengek ê aştiyê hebe, li wir li vir wê şopdarê wê bin.”
Hevrîn Xelef kiye?
Hevrîn Xelef a 15’ê Mijdara 1984’an hate dinê, 12’ê Cotmeha 2019’an li nêzî Girê Spî ji aliyê komên çeteyên dewleta Tirk ve bi hovane hate qetilkirin. Hevrîn Xelef a endamê Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk, heman demê Sekretera Giştî ya Partiya Pêşverû ya Sûriyeyê bû.