Navê Fîdan Dogan dê li Fransa li qadek bê dayîn

Navê Fîdan Dogan a ku bi Sakîne Cansiz û Leyla Şaylemez re li Parîsê hatin qetilkirin, dê li qadekî bajarê Rennes ê Fransayê bê dayîn.

Navenda Nûçeyan- Navê Fîdan Dogan a ku di 9'ê Çileya 2013'an de li paytexta Fransa Parîsê bi Sakîne Cansiz û Leyla Şaylemez re hat qetilkirin, bi biryara Şaredariya Rennesê dê li qadekî bê dayîn.

Meclîsa Jinê ya Rennesê, Meclîsa Gel a Amara û Komeleya Dostaniyê ya Kurd Broton ji bo navê Fîdan Dogan (Rojbîn) li kolan an jî qadekê bê kirin, dosya û pêşnûmeyek amade kirin. Di Gulana 2022'an de pêşkêşî Şaredariya Rennesê kirin û di nava salê de têkildarî pêşnûmeyê hevdîtin bi şaredariyê re hatibû kirin.

Meclîsa Şaredariyê ya Rennesê ji bo nîqaşkirin û dengdana li ser pêşnûmeyê li hev kom bû. Di pêşnûmeyê de wiha hate gotin: “Yek ji 3 aktîvîstên Kurd ên 10 sal berê li Parîsê hatin qetilkirin Fîdan Dogan aktîvîsteke bi nav û deng a doza Kurd û têkoşîna jinê ye. Li ber rayedarên Fransa û Ewropayê jî nûnera siyasî ya civaka Kurd û têkoşîna jinê bû. Di salên borî de bi Şaredariya Rennesê re jî xebitî. Bandora xwe li Kurdistaniyên li Rennes û bajarê me dijîn kiriye. Fîdan Dogan, milîtan, femînîst û berxwedêreke Kurd e ku bi têkoşîn û jiyana xwe ne tenê ji bo jinên Kurd ji bo jinên cîhanê jî bûye mînak. Bi taybetî di hefteya 8'ê Adarê de pêşkêşkirin û qebûlkirina pêşnûmeya ji bo vê şaredariyê careke din wate qezenç kir.”

Piştî axaftina li ser mijarê dengdan hate kirin û biryar hate dayin ku li qada ku navê Fîdan Dogan lê bê kirin tabloyên dîwar ên li ser biyografî û têkoşîna Fîdan Dogan bêne bicihkirin.