Nasnameya kesên di serhildana gel de hatin qetilkirin piştrast bû

Nasnameya hinek kesên ku di serhildana “Jin, jiyan, azadî” ya Îran û Rojhilatê Kurdistanê de ku 9 meh berê bi qetilkirina Jîna Emînî dest pê kiribû, piştî 9 mehan ji aliyê rêxistinên mafên mirovan ve hat piştrast kirin.

Navenda Nûçeyan- Serhildana “Jin, jiyan, azadî” ku bi qetilkirina Jîna Emînî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê destpê kiribû, 9 meh in didome. Li welat nasnameya hin kesên jiyana xwe ji dest dane piştî mehan tê piştrast kirin. Li ser kanala Telegramê peyamek ku piştî 9 mehan nasnameya 3 jê jin 4 kesan hatin eşkerekirin hat weşandin. Ji ber ku 'hêzên ewlekariyê' gef li malbatan dixwarin, ditirsandin û zext li malbatan dikirin, heta niha navên kesên hatin qetilkirin wek sir mabû.

Nasnameyên 4 kesên hatin eşkere kirin wiha ye:

“*Ariana Saif (22) di meha Kanûnê de li Tahranê, di encama gulebarana hêzên ewlehiyê hat qetilkirin.

*Kiana Atzhar (15) piştî ku di 17’ê Cotmeha 2022’an de bi hevalên xwe ji dibistanê derket, di xwepêşandana ku li Tehranê çûbû de, rastî êrîşa hêzên Komara Îslamî hat û derb li serê xwe xwar. Kiana Atzhar a ku 2 rojin agahî jê nayê girtin, piştre cenazeya wê hat dîtin. Endamên malbatê ji ber gefên girtin, neçar man ku bibêjin keça wan ketiye bîrê û jiyana xwe ji dest daye.

*Dayika zarokekî Fatmeh Fatholehpoûr, di Mijdara 2022’an de bi hevjînê xwe re çû xwepêşanên li Karajê.  Fatmeh Fatholehpoûr ku rastî êrişa hêzên asayîşê hat, di encama derba copê ya serê xwe de jiyana xwe ji dest da û hevjînê wê jî hat girtin. Piştre ferdên malbatê, ji bo bêdeng bimînin rastî gefan hatin.

*Zarokê yekane ya malbatê Muhammed Nûrî, di Îlona 2022’an de li ser rêya Saveh a li Gulîstanê ji aliyê hêzên rejîma Îslamî ya Îranê ve bi guleya li ser û bedena  wî ket, hat qetilkirin. Piştre malbata wî neçar ma ku bêje ku ew di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest daye.”

Di parvekirina kanala mijara gotinê ya li ser hesabê xwe yê Twitterê de wiha hate gotin:         Tevî em ji rastiyan pişrastbûn jî, em neçar man ku parvekirinê têkildarî qetilkirina Kiana Atzhar û Fatemeh Fatholehpour rabikin.”