Narges Mohammadî: Ezê dengê xwe hê bilindtir bigihînim cîhanê

Girtiya siyasî Narges Mohammadî ku derbarê wê de qedexeya hevdîtin û têkiliyan heye, bi rêya parêzerê xwe di peyama ku dayî de got: “Ezê dengê xwe bi dengek hê bilind bigihînim cîhanê.”

Navenda Nûçeyan – Li Îranê girtiya siyasî Marges Mohammadî, di girtîgehê de bi gelek bêmafiyan re rûbirû tê. Li gora parvekirna herî dawî li ser malpera Instagramê hatî parvekirin, astengiya hevdîtin û têkiliyan li Narges Mohammadi birîne.

Bi giştî mafê Nages Mohammadî  li 7 reqeman bigere heye, lê belê rayedarên girtîgehê, li girtiya siyasî qedexe kir ku li 5 reqeman bigere. Narges Mohammadi tenê dikare bi birayên xwe yê li Îranê re bi axive.

Nareges Mohammadi tiştên ku hatî jiyîn şermezar kir û got: “Ezê dengê xwe bi dengek hê bilintir bidim bihîstin. Bila bi zorê, zextê û tacîzê zora bêdengkirinê li min nekin. Li her dû aliyên diwarê girtîgehê têkoşîn berdewam dike û hêviya me jî ev e…”