Namzetiya Naira Tandin piştî protestoyan hat paşve xisitin

Di 2'ê Adarê de serokê Dewletên Yekbûyî Joe Biden piştî redkirina endamên Senatoyê namzetiya Nîra Tandîn ku wekî seroka Buroya Bûtceyê hatibû nîşandan paşve kişand.

 
Navenda Nûçeyan – Serokê Dewletên Yekbûyî Joe Biden vekişîna namzetê Nîra Tandîn ji wezîfeya Seroka Ofîsa Birêvebir û Butçeyê li Qesra Spî ragihand. Di Çileya 2020'an de Serokê Dewletên Yekbûyî piştî erêkirina Senatoyê Nîra ji bo vê wezîfeyê destnîşan kir bû.
Rexneyên berê yê Nîra ku li Senatoran kir, bû sedema ku ew namzetiya xwe ji Serokatiya Buroya Butçeyê paşde bikşîne.
Hejmareke senatorên komarî û her wiha senatorekî Demokrat, redkirina xwe ji berbijarkirina wê re ragihandin û gotin ku wê daxuyanî da û tê de rexeyên tund li jimareyek endamên Senatoyê kir ye.
Di 1970'î de Nîra Tandîn ji dayik bû ye. Ew bi eslê xwe Hindî ye. Parêzer û şêwirmendek siyasî ye. Bekeloriya di wêjeyê de li zanîngeha Kalîforniya de û dektora di zagonê de bidest xistiy e.