Namzetên jin di torên civakî de rastî êrîşan tên

Bi nêzbûna hilbijartinên Iraqê re, hemû partiyan dest bi bangeşeya hilbijartinê kirine. Ji ber amzetên jin hêviyê didin ji bo wê jî baldariya li hemberî wan zêdetire, ev pergala mêrsalariyê nereht dike û dibe sedem ku namzetên jin di torên civakî de rastî êrîşan bên. Namzet Mirwarî Mehemd diyar kir ku niha jin dikarin bibin xwedî rola heqîqetê û divê hemû namzetên jin piştgiriya hev bikin.

TERZE TAHA
Silêmanî - 10’ê Cotmehê hilbijartinên pêşwext ên Encûmena Nuneran a Iraqê despêdike. Nêzî mehekê ye partî û namzetan dest bi bangeşeya hilbijartinê kirin. Li gora yasaya hilbijartinê rêjeya bejdarbûnan jina di Encûmena Nuneran a Iraqê de li gora sîstema dawî ji sedan 25’an zêdetir dibe, li gora vê jî di nava partiyan de gelek nemzetên jin hene.
Ji bo xebatên hilbijartinan Herêma Başûrê Kurdistanê dabeşî sê parezgehên Hewlêr, Silêmanî û Dihok bûne. Li gora vê Hewlêr 15 kursî ji bo 4 bazneyan danîne, li Silêmanî 18 Kursî ji bo 5 bazneyan û li Dihokê jî 11 kursî ji bo 3 bazneyan hatine danîn. Li Hewlêrê ji 53 namzetan 18 jê jinin, li Silêmaniyê ji 65 namzetan 24 jê jinin, li Dihok ji 28 namzetan 7 jê jinin. Namzetên jin ên zêdetir berpirsiyariya civakê li ser milê xwe dixanin ji despêka xebatên hilbijartinê ve li ser linganin û bê rawestan dixebitin.
“Di tora civakî de gotinên zayendperest li ser namzetên jin tên belavkirin”  
Namzeta bazneya 2 a Silêmaniyê ji Partiya Hizba Komeleya Dadgerîya Kurdistanê ku ev nêzî 30 salane xebatên siyasetê dide meşandin Mirwarî Mehemed da zanîn ku jin xwedî hêzek mezine ku dikare çend karan bi hevre bike, tenê pêwistiya wan bi rêxistin û pilandananê heye û wiha domand: “Bi giştî jin kêmtîr rastî rexneyan tên, ev jî deshilata mêrsalar nerehet dike û vêcarê jî li ser torên civakî êrîşî namzetên jin dikin. Di torên civakî de gelek gotinên nexweş tên belavkirin û li gora wana jin nikarin tu karekê bikin û cihê wan mala wane. Karê siyasî karê meye cudahî di nava bajarbûna jin û mêran di karê siyasî de nîne. Jin xwedî hêzekê ye û divê piştgiriya jinê were kirin. Em weke jin divê di hemû karan de piştgiriya hevdû bikin. Dema ku jinek hat dilbijartin dikare peyama hemû jinan bigihîne.”
“Li beramberî nemzetên jin tewan tê kirin”
Çalakvana medenî Hana Şivan jî diyar kir ku namzetên jin di torên civakî de rastî êrîşan tên û wiha got: “Niha di torên civakî de êrîş li ser namzetên jin tê kirin. Bi rêya aliyên peywendîdar daxwaz hatiye kirin ku ew êrîşên li ser namzetan tên kirin, divê li ser were sekinandin da ku li ser namzetên din jî neyê pêkanîn. Li gorî hişmendiya deshilata heyî dayî avakirin weke jin di aliyê siyasî de nabe pêşengiyê bike. Li gora wan divê siyast ji aliyê mêran ve were rêvebirin lê belê jin hertim hewil didin vê hişmendiyê bidin derbaskirin. Ji derveyî koteyê jinan bi dengê xwe karîne serkeftinê bi dest bixin. Ev jî deshilata mêrsalar nerehet dike û dibe sedem bi rêbazên cuda û destê hinek kesan li ser torên civakî êrîşî namzetên jin bikin.”
“Jin dikarin bêyî sîstema kota biçin parlemenê”
Li gora yasaya dawî ya hilbijartina Iraqê divê rêjeya bejdarvanên jinan ji sedî 25 kêmtir nebe û li gora yasayê jî divê di her bazneyek de bejdariya jinan ji sedî 25 kêmtir nebe. Ji berpirsên yasaya Yekitiya Nîştîmana Kurdistanê Telar Letîf di derbarê yasaya hilbijartinê de wiha dibêje: “Ev dema hilbijartinê cûdatire, ji ber bazne heye û baweriya namezetan bi hêza wan heye. Niha piştgiriya ji bo jinan zêdetire. Di parlemenê de jin jî xwedî rolin, bi dengên xwe derdikevin û partî jî piştgiriya jinan dikin. Divê hemû partî piştgiriya namzetên jin bikin û bi xebata xwe bandorê li covakê bikin.”