Namzetên hevserokatiyê: Em ê xebatên xwe bi jinan re bikin

Namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Leyla Ayaz û Namzeta Hevşaredariya Bajarê Nû Safiye Akdag, diyar kirin ku ew ê şaredariyan bidin gel û destnîşan kirin ku ew ê xebatên xwe bi gel re bi hev re bimeşînin.

MEDİNE MAMEDOĞLU

Amed- Tevgera Jinên Azad (TJA) di belgeya helwesta xwe ya têkildarî hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de bal kişand ser girîngiya pêkanîna paradîgmaya demokratîk, ekolojîk, azadiya jinê. Di belgeya helwestê de ku girîngî û rola hevserokatiyê jî tê de cih girtibû, hate destnîşankirin ku di vê serdemê de wê felsefeya “Jin, jiyan, azadî” ji bo rêveberiyên herêmî yên azadîxwaz-demokratîk careke din were nîşandan.

Li Amedê, Namzeta Hevşaredarên Bajarê Nû ya Amedê Safiye Akdag û Namzeta Hevşaredara Rezanê Leyla Ayaz têkildarî belgeya helwest û xebatên hilbijartinê ji ajansa me re axivîn. 

'Em ê xeta tekoşînê şer terk nekin'

Safiye Akdag, diyar kir ku di belgeya helwestê de modela hevserokatiyê ku mîrateyeke mezin a têkoşîn û destkeftiyê ye, hatiye balkişandin û got: "Weke li her qadê em ê parastina hevserokatiyê û jiyana li derdora vê modelê bidomînin. Li dijî modernîteya kapîtalîst îro jî têkoşîna jiyana azad û azadiya jinê bikin. Ev destkeft ji bo me pir bi qîmet e û di her warî de tiştekî ku em ji xwe re esas digirin. Di vê demê de em jin dest ji vê xeta têkoşînê ya ku di her aliyê civakî û hevserokatiyê de xwedî gotin in bernadin."

'Şaredariyên ku aîdî gel in, wê ji gel re bên dayîn'

Safiye Akdag, diyar kir ku jin bi salane di nava vê têkoşînê de dixebitin û kolan bi kolan, mal bi mal digeriyan û wiha got: “Em ê di vê pêvajoyê de jî li qadan bin. Bi rojan e em diçin serdana gund û esnafan. Ji niha û pê de xebatên me wê pir rengîntir û bi coştir bin. Em wek namzetên hevserokatiyê niha li kêleka xebatên xwe yên li qadê li ser projeyên ku em ê piştî hilbijartinê bikin jî rawestin. Bi taybetî em ê li ser xebatên çandî, jin û civakî bisekinin. Daxwaza gel çi be em ê li nuqteya xizmetê pêk bînin. Şaredariyên ku aîdê gel in dê dîsa bidin gel."

'Piştî erdhejê li Rêzanê koçberiyeke giran çêbû'

Namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Rêzanê Leyla Ayaz diyar kir ku ew ê xebatên xwe bi perspektîfa jinan bimeşînin. Leyla Ayaz bi bîr xist ku 8 sal in şaredarî ji aliyê qeyûman ve tên birêvebirin û got: "Beriya her tiştî em ê bi şev û roj li qadan bixebitin û dawî li vê desteserkirina qeyûman bînin." Leyla Ayaz bal kişand ku navçeya Rezanê yek ji navçeyên Amedê yên girîng e û wiha got:

“Ew jî yek ji wan navçeyên ku hejmareke zêde ya dengderan lê heye, pêkhateya demografiya navçeyê bi taybet piştî erdhejê hatiye guhertin. Dîsa koçberiyeke navxweyî ya pir giran pêk hat. Li gel koçberiyê, yek ji cihên ku polîtîkayên şerê taybet û tundiya li ser jinê tê jiyîn e. Beriya qeyûm bê tayînkirin Şaredariya Rêzanê hem ji bo jin hem jî ji bo zarokan xebatên pir baş kirin. Li navendên jinan ên ku jin çûn, ji bo zarokan qadên civakî jî hebûn. Ev sazî bi tayînkirina qeyûm hatin girtin. piştî ku hat girtin, xwest ku navçe bi polîtîkayên şerê taybet were çekirin."

'Em ê bi jinan re bikin'

Leyla Ayaz, anî ziman ku ew çawa ku beriya kayuman xebat dane meşandin dê piştî 31’ê Adarê jî heman xebat bidin meşandin û destnîşan kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên wekî xizanî û bikaranîna madeyên hişber dê polîtîkayên xwe biafirînin. Leyla Ayaz axaftina xwe wiha domand:

“Em ê bi taybet ji bo jinan li navçeyê çalakiyan pêk bînin. Pêşî em ê komeleyên jinan ên girtî vekin. Em ê van hemûyan bi jinan re bi hev re bikin. Bi girêdana xurt a bi jinên taxê re, em ê şaredariya alîgir di nava gel de serdest bikin. Me di belgeya helwesta xwe de jî bal kişand ser şerê taybet. Em ê ji bo ciwanên hişbir  bikar tînin navendan vekin û pêşniyarên çareseriyê pêk bînin. Em ê bi eşkerekirina hemû gendelî û diziyên di vê pêvajoyê de hatine kirin lêkolînan bikin û bikevin nava pêvajoya avakirina civakî."