Namzetên Hevşaredarên Enqereyê nirxandinên hilbijartinê kirin
Namzetên Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Enqereyê yên Partiya DEM’ê Ozturk Turkdogan û Gultan Kişanak li girtîgehê nirxandina hilbijartinê kirin.

Enqere- Namzedê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) Ozturk Turkdogan, Namzeta Hevşaredara Bajarê Mezin a Enqereyê ya DEM’ê Gulten Kişanak a li Girtîgeha Tîpa F a Tîpa F a Hejmar 1 a Kandirayê girtî ye, ziyaret kir û kampanyaya xwe ya hilbijartinê nirxandin. Ozturk Turkdogan di serdana xwe de ji Gultan Kişanak re behsa kampanyaya hilbijartinê kir û derbarê kampanyayê de pêşniyar girt.
Ozturk Turkdogan ê ku li ser hesabê xwe yê X (Twitter) daxuyanî da û wiha got: “Me namzeta xwe ya Hevşaredara Bajarê Mezin a Enqereyê Gultan Kişanak a li Girtîgeha Kandirayê ya ku girtî ye ziyaret kir û kampanya nirxand.” Ozturk Turkdogan di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Silav û hezkirinên xwe ji rêhevalên kedkar û gelê Enqereyê re şand.”