Namzedên jin ên Til Temirê eşkere bûn

Kongra Star navê namzedên jin yên navçeya Til Temirê û bajarokên wê eşkere kir.

Hesekê – Îro bi dehan jinên navçeya Til Temir û gundewarên wê berê xwe dan sindoqên dengdanê yên ku ji bo namzedên jin yên şaredariyan hatibûn danîn. Piştî ku deriyê dengdanê di saet 15:00 de hat girtin, jimartina dengan destpêkir. Kongra Star encamên pêşhilbijartinê li ber navenda xwe ya li Til Temirê a Kantona Cizîrê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi daxuyaniyekê eşkere kir.

Namzedên ku di pêşhilbijartinan de bi serketin wiha ne: Melsa Dêrîkî û Sabrîn El-Ehmed.  

Kongra Star di daxuyaniya xwe de wiha got: "Yekemîn car e di dîroka mirovahiyê de tevgereke jin wekî Kongra Star rêxistineke rêxistinî, civakî û siyasî ye, bi navê xwe beşdarî hilbijartinên şaredariyan dibe. Beşdarbûna bi nasnameya Kongra Star wekî gaveke din ber bi şoreşa jin a dîrokî ve ye. Li ser vî bingehî jî îro pêşhilbijartin li navçeya Til Temirê hat destpêkirin, piştî dengdayînê û jimartina dengan namzedên jin yên ku biserketin ev bûn Melsa Dêrîkî û Sabrîn El-Ehmed e. Di meş û rêwîtiya wan de em serkeftinê dixwazin û em di wê hêvî û bendewariyê de ne ku dê di demên pêş de bikaribin di şaredariyên demokratîk de roleke bihêz bilîzin."

Daxuyanî bi diruşmeya "Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.