Namzedên jin ên Şehbayê: Em ê şaredariyên demokratîk ava bikin

Namzedên jin ên li kantona Şehbayê ku di pêşhilbijartinên Kongra Star ji bo hilbijartinên şaredariyan hatin hilbijartin, diyar kirin ku bi şaredariyên demokratîk, ekolojîk û bi rengê jinan wê civakek demokratîk ava bikin.

HESNA MIHEMED

Şehba- Di 30'yê Gulanê de dê hilbijartinên şaredariyan li Herema Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk werin. Li heremê xebatên hilbijartinan bi hemû leza xwe didome. Ji bo van hilbijartinan di 27'ê Nîsanê de li kantona Şehbayê Kongra Star pêşhilbijartinên xwe li ser asta 5 navçeyan hat li dar xistin û di her navçeyê de jinek weke namzed bi dengê jinan hatin hilbijartin.

Di van pêşhilbijartinên ku namzetên jin bi dengê jinan hatin hilbijartin de, li navçeya Şêrewayê Esûm Hemda, li navçeya Til Rifetê Fatimê Behir Îbrahîm, li navçeya Ehrezê Îman Hisên Toko, li navçeya Ehdas Rozelîn Koşan, li navçeya Fafînê Gelewîş Silêman hatin hilbijartin û bûn namzeta hevşaredariyê ya hilbijartinên şaredariyan.

Fatimê Behir Îbrahîm a namzeta hevşaredariya navçeya Til Rifetê û Îman Hisên Toko ya namzeta hevşaredariya navçeya Ehrezê li ser avakirina şaredariyên demokratîk ji ajansa me re axivîn. 

'Bi îradeya jinan yekem car hilbijartin'

Fatimê Behir Îbrahîm di destpêka gotinên xwe de behsa kar û xebatên xwe yên di nava şoreşa Rojava de kir û got: "Dema em li Efrînê bûn, ez di komînan û di nava gel de dixebitim. Bi saya şoreşa Rojava me hebûna xwe îsbat kir. Piştre em ketin nava xebatên şaredariyan û me rengê jinan û mafên wan derxist pêş. Li ser şopa Rêber Apo me xwe perwerde û bi rêxistin kir ji bo ku em bibin layiqê vê şoreşê. Weke jin me cihê xwe di nava saziyan de girt û xebatên meclis, parastina gel da meşandin û bi rêxistin kir. Niha jî ez karê şaredariyê berdewam dikim û di hilbijartinan de cih digrim. Ji bo hilbijartinên xwecihî yekem car jin bi deng û rengê xwe li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar dibin ev jî cihê serfiraziyê ye. Pêşhilbijartinên xweser ên ku çêbûne rojên dîrokî bûn ji bo gel."

'Bi dengê jinan şaredariyek demokratîk ava bikin'

Fatimê Îbrahîm diyar kir ku bi pergala neteweya demokratîk dê civakek azad ava bikin û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Dema ku jinan bi hemû rengên xwe berê xwe dan cihên hilbijartinê û namzedên xwe hilbijartin me soz da gelê xwe ku heya em dikarin em ê xizmeta wan bikin û di riya azadiyê de ruxmî hemû şertên dijwar û rewşa ku Şehba tê re derbas dibe ango li dijî êrîş û dorpêçê têbikoşin. Weke rêveberiyên şaredariyan em ê li kêleka gelê xwe bisekinin û bi hev re jiyana azad ava bikin. Em ê şaredariyên demokratîk ava bikin û Rêber Apo bi fizîkî azad bikin. Armanca me ya sereke jî ew e ku em deverên dagirkirî rizgar bikin û jinên Kurd bibin mînak ji hemû jinên cîhanê re di warê azadiyê de."

'Em ê bibin çareserî ji pirsgirêkên gel re'

Îman Hisên Toko a ji kantona Şehbayê ye û di pêşhilbijartinan de bi ser ket jî wiha got: "Bi rizgarkirina kantona Şehbayê ji çeteyan û avakirina saziyên Rêveberiya Xweser li vê deverê, ez di nava kar û xebatan de me. Me gelek astengî ji ber kevnşopiyên civakê dîtin lê bi xebata me ya di nava saziyên Rêveberiya Xweser de me riya rast û heqîqetê dît. Ev bû 7 sal di nava vê xebatê de me û xebatên jinan di meclisan û saziyan de min da meşandin. Min di saziya aborî de cih girt û mohra jinan li wir da, niha jî karê şaredariyê di navçeya Ehrezê de didim meşandin.”

‘Pêşhilbijartinên bi dengê jinan gavek dîrokî bû’

Îman Hisên Toko ya got “Li Şehbayê yekem car hilbijartinên şaredariyan pêk tên ev jî gaveke serkeftî ye” bal kişand pêşhilbijartinên ku bi vîna jinan pêk hat û got: “Bi taybetî weke jinên Şehbayê me moral girt û bi hêza xwe em ber bi hilbijartinan ve diçin. Bi dengê jinan ez di pêşhilbijartinan de bi ser ketim. Ev pêşhilbijartin di dîroka Şehbayê de hat nivîsandin. Em hêvî dikin ku di hilbijartinên dawî de jinên bikaribin di çareseriya pirsgirêkan de serkeftî bin bi ser bikevin. Ruxmî şertên ku em tê de ne jî pêşhilbijartinên me serkeftî derbas bûn li hemberî dagirkeran. Em ê bi moralê xwe bi pêşhilbijartinan ber bi hilbijartinên dawî ve biçin û tê de rengê jinan derxin pêş.”