Namzeda Partiya Çepên Kesk Meryem Yildirim hat berdan

Meryem Yildirim a ku ji Partiya Çepên Kesk di hilbijartinên 14’ê Gulanê de ji Îzmîrê namzeda parlamenteriyê bû di 31’ê Gulanê de hat girtin û di encama îtirazên parêzer de hat berdan.

Îzmîr- Namzeda parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Îzmîrê Meryem Yildirim, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Eskîşehîrê de di 31'ê Gulanê de hatibû girtin, duh hat berdan. Piştî îtiraza parêzerên Buroya Hiqûqê ya Bindestan, girtina Meryem Yildirim hat îtirazkirin bi erêkirina îtîrazê re hat berdan. 

Di çaçroveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Eskîşehîrê de Meryem Yildirim bi sûcê ‘endamtiya rêxistinê’ di 30 Nîsanê de hat binçavkirin. Bi şertê kontrola edlî û girtîgeha malê hetibû berdan. Li ser îtîraza dozger a girtina li malê biryara girtinê derxistibû. Meryem Yildirim ji bo îfadeyê dema ku çû edliyeya Îzmîrê hat binçavkirin û piştre jî hat girtin û wê şandin girtîgeha jinan a Şakranê.