Namzeda hevşaredariya Dêrikê: Em ê bê teredut xizmeta gel bikin

Barîn Ebdê ya namzeda hevşaredariya bajarê Dêrikê ku di pêşhilbijartinên di 26’ê Nîsanê de Ii bajarê Dêrikê bi ser ket, got ku ew ê ji bo gel û jinên bajarê Dêrikê derfetên kar biafirînin û xizmeta wan bê teredut bikin.

ZEYNEB ÎSA

Dêrik – Li Herema Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amadekariyên hilbijartinên şaredariyan didome. Kongra Star û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) yên ku di 17’ê Nîsanê de bi daxuyaniyekê tifaqa xwe ragihandibûn, pêşhilbijartinên xwe ji bo diyarkirina namzedên jin ji bo şaredariyan bi dawî kirin. Kombûna Jinan a Zenûbiya ya ku bi tifaqa Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê dê beşdarî hilbijartinan bûn jî pêşhilbijartinên xwe bi dawî kirin.

Namzeda hevşaredariya bajarê Dêrikê Barîn Ebdê ji bajarê Dêrikê Kantona Cizîrê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bal kişand li ser girîngiya şaredariyên xwecihî yên demokratîk, ekolojîk û li ser bingehê azadîxwaziya jin û anî ziman ku ewê bê dûdilî ji bo gel xizmetê bikin.

Barîn Ebdê di sala 1994’an li bajarê Dêrikê jidayik bûye, pêvajoya xwe ya xwendina seretayî û navîn li bajarê Şamê derbas kiriye, piştî ku dibistana amadeyî bi dawî dike, li zanîngeha Şamê Beşa Enstîtuya serpereştiyarên têknîkî  dixwîne û derdiçe. Piştî Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi pêşengiya jinan li Kobanê çirûska yekemîn dide. Di sala 2021’ê de Barîn Ebdê ji bajarê Şamê vedigere bajarê Dêrikê û berê xwe dide nava xebatên Rêveberiya Xweser. Di şaredariya gel a bajarê Dêrikê de, di ofîsa teknîkî de kar û xebatên xwe dide meşandin.   

’Armanca min ew e ku ez xizmeta gelê xwe bikim’

 Barîn Ebdê ceribandina xwe ya destpêkê ya derbasbûna nava xebatên ofîsa teknîkî ya şaredariyê parve kir û got: “Di destpêkê de ez hevseroka ofîsa teknîkî ya şaredariyê bajarê dêrikê bûm, kar û xebat 3’ê salan li wir dida meşandin. Di 26’ê Nisanê de namzedên pêşhilbijartinên hevşaredariya bajarê Dêrikê hat destpêkirin, ez jî yek ji wan kesên ku xwe hilbijartin ji bo namzedên pêşhilbijartina hevseroka şaredariyê, di pêşhilbijartinan de bi baweriya jinan 134 deng ji min re hatin dayîn û bi ser ketim. Armanca min ji pêşhilbijartinên hevşaredariyê ji bo ku derfetên kar ji jinan re biafirînim her dem di nava kar û xebatan de bin ew jî weke hevalên mêr li pêş be roleke girîng di civakê de bilîze û xizmeta gelê xwe bikin û pêdiviyên wan bînin cih.”

‘Ji bo jinan projeyên me hene’

Barîn Ebdê bal kişand ser projeyên wan ên pêşerojê ji bo şaredariya bajarê Dêrikê û wiha pê de çû: “Gelek projeyên me amade ne ji bo şaredariyê, ez di dema ofîsa teknîkî de bûm gelekî rewşa bajarê Dêrikê dişopand pir kar û proje jê re dibin. Yek ji wan projeyan di demeke pir nêz de kolanên Dêrikê û riyên gundên girêdayî bajarê Dêrikê werin asfaltkirin, her wiha projeyên ji bo jinan derfetên kar ji wan re werin afrandin di wan projeyan de, da ku alîkariyê bi malbat û hevjînê xwe re bikin, hinek projeyên din jî hene wê di demên pêş de jî werin xuyakirin.’’   

’Şoreşa Rojava derfet da jinan’

Barîn Ebdê diyar kir ku jin roleke pir girîng di şaredariya Bajarê Dêrikê de dide meşandin û hêviya serkeftinê ji her jinekê re xwest û bang kir ku her jinek cihê xwe di saziyên jin û yên Rêveberiya Xweser de bigre û wiha bi dawî kir: “Di şaredariya Bajarê Dêrikê de jin roleke girîng didin meşandin di her beşekî şaredariyê de jin kar û xebatên xwe bi awayekî rast didin meşandin. Piştî ku şoreşa Rojava dest pê kir rastî rewş nema weke berî şoreşê ye, şoreş gelek derfet dan jinê ku xwe bi pêş bixe kar bike bibe pêşeng û xwedî îrade. Ez hêviya serkeftinê ji hemû jinan re dixwazim û banga min ji bo wan ew e ku kar bikin û cihê xwe di saziyên jinan û Rêveberiya Xweser de bigrin.”