Nameya Kongra Star ji bo saziyên peywendîdar re

Rêxistina Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê girêdayî rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nameyek ji saziyên peyîwendîdar re şandin.

Navenda Nûçeyan – Di 14'ê Adarê de li ser hesabên medya civakî di derbarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah ocalan de hin îdea hatin parve kirin. Rêxistina Kongreya Star a Rojava – Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were zelal kirin ji saziyên peywendîdar e, nameyek şandin.
Nameya ku ji saziyên peywendîdar e hatiye şandin wiha ye: 
"Em bi minasebeta xemên xwe yê cidî ya di derbarê rewşa tenduristî ya Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ji we re dinivîsin. Birêz Abdlullah Ocalan ji 15'ê Sibata 1999'an heya 2009'an tenê li Girava girtîgeha Imrali ye. Ji 2009'an de, pênc girtiyên din li girava girtîgehê de girtî ne.
Ji dema girtinê ve ew di bin îşkenceya tecrîdê de ye. Her tim daxwazên parêzerên wî yên serdana muwekîlên wan ji ber sedemên neqanûnî hate red kirin. Hevdîtina dawî a parêzer û muwekîlî ya li Girtîgeha İmraliyê bi birêz Ocalan re di 7'ê Tebaxa 2019'an de pêk hat. Ji wê hingê pê ve tu hevdîtin çênebû û ne rewşa Birêz Abdullah Ocalan û ne jî ya 5 girtiyên din tê zanîn.
Di paşerojê de, di derbarê rewşa birêz Abdullah Ocalan de provokasyonên dewleta tirk hebûn, ku fikarên di derbarê rewşa birêz Abdullah Ocalan de ava dikirin. Wekî di Adara 2007 de, guman ev bû ku ew tê jehrî kirin, an di sala 2020’an de, dema ku li Girtîgeha Imralî şewatek hebû û rewşa wî ne diyar bû. Heya ku di derbarê rewşa Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de zelaliyek domdar di der barê rewşa wî tune be, gelê Kurd nikare bi aramî jiyan bike. Rewşa tenduristiya wî bi rewşa tevahiya gelê Kurd re têkildar e.
Di 14’ê Adara 2021’an de li ser hesabên medyaya civakî yên tirkan a nenas îdea li ser rewşa tenderustiya Birêz Abdullah Ocalan hatin kirin. Weke parêzerên wî, yên ku daxuyaniyek dan û gelê Kurd ku ji duh ve li kolanan e û doza zelalkirina rewşa wî û serbestberdana wî dike. Em jî wekî rêxistina jinên kurd û jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji rewşa birêz Abdullah Ocalan jî bi cidî fikar in.
Van mercên binpêkirina mafên mirovan ku Birêz Abdullah Ocalan û 5 girtiyên din tê de ne divê neyên qebûl kirin. Ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya nakokiyên li Tirkiye û tevahiya Rojhilata Navîn azadiya Birêz Abdullah Ocalan wekî rêberê gelê Kurd girîng e. Bêdengiya Civata Naveneteweyî hevkariya îşkenceya tecrîdê ye.
Em bang li sazî û rêxistinên pewendidar dikin da ku bi berpirsiyariya xwe rabin û rola xwe bilîzin ya ji bo rewşa tenderustiya Birêz Abdullah Ocalan û bi vî rengî vîna gelê Kurd bigirin ber çavan.
• Em daxwaza damezrandina kanalên ragihandinê dikin da ku rewşa tecrîdê li Imraliyê ku bi xwe iskence temsîl dike bi dawî bibe.
• Em di derbarê rewşa Abdullah Ocalan de teqez zelalbûnêk dixwazin.
•Em dîsa bang li rayedarên siyasî û îdarî dikin ku bi berpirsiyarî tevbigerin û dev ji vê pêkanîna tecrîda cûdakar û tund a li dijî girtiyan berdin.
•Em daxwaz dikin ku çavdêriya Girtîgeha Imraliyê were destûr kirin û mafên zagonî yên di derbarê serdan û danûstandinê de bêyî cûdakarî werin bi cîh anîn.
• Divê siyaseta tecrîdê yekser were rawestandin!"