Nameya HDK'ê: Em bi hev re bi ser ketin, em ê bi hev re bi ser bikevin

HDK'ê ya der barê biryara Tifaqa Ked û Azadiyê ya têkildarî hilbijartinên 14'ê Gulanê de nameyek vekirî weşand, diyar kir ku ji her demê bêhtir pêdivî bi hêmana yekîtiyê heye û ev peyam da: "Em bi hev re bi ser ketin, em ê bi hev re bi ser bikevin.”

Stenbol – Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), ji Tifaqa Ked û Azadiyê re têkildarî biryara bihevra ketina hilbijartinên Serokomarî û Parlamenteriyê yên ku di 14’ê Gulanê de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bên lidarxistin, nameyek vekirî weşand. Di nameyê de hat diyarkirin ku wek HDK’ê piştgirî didin vê biryara ku ji aliyê Tifaqa Ked û Azadiyê ve hat girtin.

'Ji destkeftiyên hevpar tawîz nehat dayîn'

Di daxuyaniya ku balkişand li ser biryarên civîna Tifaqa Ked û Azadiyê ya di 16’ê Adarê de hat lidarxistin de, wiha hat gotin: “We piştî civîna dawî ya tifaqa we, ev daxuyanî da, ‘di xebatên teknîkî de… rê û rêbazên ku dê destkeftiyên hemû hêzên ku pêkhateyên tifaqê ne biparêzin û pêş bixin.’ Em di rojên wisan çarenûs diyar dike de derbas dibin ku her hûrgiliyên wek teknîkî tê îfade kirin, dê erênî an jî neyînî ji têkoşîna gelan a ji bo demokrasî û azadiyê re bibe şewqek. Taybetmendiya herî girîng a polîtîkaya tifaqê ya ku bi salan e em bi taybetî didomînin, ew bû ku ji destkeftiyên hevpar ên têkoşîna demokrasî û azadiyê gelên Kurdistan û Tirkiyeyê tawîz neda. Armanca polîtîka kirina tiştê civakî û civakîkirina tiştê polîtîk yek ji hêmanên herî girîng ên bêtevheviya me berdewam dike. Îro em wisa difikirin ya ku dê hem ji pêkhateyên tifaqa we û hem jî ji gelan re bide qezenç kirin, ew nêzîkatî ye.”

‘Ji her demê bêhtir pêdivî bi hêmana yekîtiyê heye’

Divê her pêkhateyên tifaq armanceke têgihîştî heye ku xwe li ser asta siyasî, rêxistinî û civakî mezin bike û pêwîste ev armanc jî di berjewendiya hemû tifaqê be. Em dixwazin bi bîr bînin ku li hemberî meylên faşîzmê yên van salên dawî, me bi hêmana ‘di nava gelekan de yekîtî’ hebûna xwe parast, em mezin bûn, em bi hêz bûn û wek maf hêviya gelan in. Di vê qonaxa krîtîk de ne tenê ji bo desthilatdaran, ji bo bindestan jî wek diyarkera çarenûse ye, ji her demê bêhtir pêdivî ya me bi hêman yekîtiyê heye. Di vê pêvajoya ku ji bo gelên Tirkiye û Kurdistanê jiyanî ye, wê 'bloka faşîst' ne tenê di hilbijartinên serokomariyê de, di belavkirina parlementoyê de jî pêşxistina taktîkên hilbijartinê paşve bixin yek ji şert û mercên hebûna polîtîkaya tifaqê ye. Ji ber vê yekê, taktîkek ku li ser her kursiyek ku rejîmê di parlamentoyê de winda bike baldar nebe, dê me hemûyan bide winda kirin. Di vî warî de serdem, serdemeke di her warî de yekîtiya hêz ya şoreşê de hin zêdetir îsrar kirin, dûrketina ji helwestên ku dê têgihîştina pêşengtiya destkeftiyên rêxistinî yên takekesî li ber çavê civakê xurt bike ye.

Li ser her yek ji me berpirsyariyên dîrokî tê barkirin

Wek tifaqê destkeftiyên me yên hevpar hem ji bo gelan û hem jî ji bo pêkhateyên tifaqê ava can e. Ahenga taktîkî-stratejîk ji her demê zêdetir pêwîstî bi muxalefeta civakî heye, da ku hemû êrîşên gengaz ên bloka faşîst a ji bo siberoja têkoşîna me ya hevpar û jiyandina bloka faşîst bi têkoşîneke civakî pûç bike. Di van salên dawî de helwest û hişmendiya gelên me ya di têkoşîna rêya sêyemîn de weke bijardeya demokrasî û azadiyê ya li dijî faşîzm û restorasyonîzmê, li ser her yek ji me berpirsyariyên dîrokî tê barkirin.

Em e bi hev re bi ser bikevin

Wek dost û rêhevalên we yên ku li dijî faşîzm, înkar, monîzm û talana sermayê di tifaqa civakî ya gelan de israr dikin, em careke din tînin ziman ku dê hişmendiya şoreşgerî û pêşbîniya bi ser bikeve. Riya ku em bi hev re bi ser bikevin ev e ku em rabirdûya xwe ya ku ji Hesinkar Kawayan û Komunên Parîs mîras maye bi pêş bixin û li paş vê nekevin. Em bi van hest û ramanan wek Tifaqa Ked û Azadiyê di vê meşa dijwar û bi rûmet de serkeftinê ji we re dixwazin. Bi rêzdarî, em bi hev re bi ser ketin, em ê bi hev re bi ser bikevin!”