Nahîd Kemanger bi kefalet hat berdan

Xwendekar û aktîvîst Nahîd Kemanger, ku piştî bi rojan ji hêla yekîneyên îstîxbarata Iranê ve hate lêpirsîn kirin, her çend di derheqê wê de delîlên berbiçav tune bûn jî, bi awayek neqanûnî salek ceza lê hate birîn, di berdêla 500 milyon pereyê Iranê de hate berdan.

Navenda Nûçeyan- Li gorî çavkaniyên mafên mirovan ên Kurdistanê, xwendekar û aktîvîst Nahîd Kemanger ku bi mehan e girtî ye, di berdêla 500 milyon pereyê Iranê de bi kefalet hat berdan.
Xwendekarê Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Kurdistanê Nahîd Kemanger a bi rojan ji aliyê îstîxbarata Iranê ve lêpirsîn lê hat kirin û tevî ku ti delîlên berbiçav li ser tunebûn jî salek cezayê girtîgehê lê hat birîn. Hat ragihandin ku piştî serlêdana Dadgeha Bilind a ji bo îtirazkirina ceza, biryar hat dayîn ku di berdêla 500 mîlyon pereyê Iranê de bi kefalet bê berdan.