Nahîd Şirpişe ku ji bo lawê xwe edaletê xwest li girtîgehê rastî tundiyê hat

Nahîd Şirpişe ya ji bo lawê xwe yê di dema komkujiya Aban de hatî qetilkirin edaletê xwestibû û hatibû girtin, li girtîgehê ji aliyê girtiyên edlî ve rastî tundîtûjiyê hatiye û erkdarên girtîgehê mudaxele nekirine.

Navenda Nûçeyan – Li Îranê Nahîd Şirpişe, li girtîgeha lê girtî, ji aliyê girtiyên din ve rastî tundîtûjiyê hat. Keça Nahîs Şirpiş Mina Baxtiyar li ser hesabê twitterê parve kir ku ji ewlehiya jiyana dayika xwe bi fikar e. 

‘Erkdaran mudaxele nekirin’

Monan Baxtiyar di parvekirinê de ev tişt anî ziman: “Dema vê carê ez çûm serdana dayîka xwe min zanî ku dayîka min li hucreya yek kesî tê girtin. Di aliyê psikolojik de xirab bû û bi awayek fizîkî jî birindar bû. Dayîka min ji aliyê girtiyên serbixwe û bi kirê ve hatibû derbkirin. Di dema tundîtûjiyê de, erkdarên girtîgehê jî mudaxele nekirin. Erkdaran îdea kirin ku kamera xirabe bû û dîmenên demê tundîtûjî pêkhatî destê wan de nîne.”

Nahîd Şirpişe ji bo kurê xwe yê di dema komkojiya Aban ya 1998’an de hatibû qetilkirin têkoşîna lêgerina edaletê berdewam kir. Gelek caran zext lê kirin û hate girtin. Nahîd Şirpişe ji aliyê şûbeya 1 ya dadgeha Karaj a Devrîmê ve 5 sal cezayê girtîgehê lê hate birin.