Nagîn Çaparyan a ku îşkence lê hat kirin dê derkeve pêşberî dadgehê

Nagîn Çaparyan a ku ji aliyê fermandarê artêşê ve rastî tundiyê hat, tevî ku giliyê sûcdarê tundiyê kir jî dosya hat girtin. Nagîn Çaparyan wek bersûc hat girtin.

Navenda Nûçeyan – Welatiya Tehranê Nagîn Çaparyan ku di 9’ê Hezîrana îsal de ji aliyê fermandarê artêşê Amer Ba Marouf ve rastî êrîşa çekdarî û îşkenceyê hatibû, di 15’ê Hezîranê de hatibû girtin, piştî eşkerekirina sûcan, bi kefaleta 700 milyon tumenî hat berdan. Hat hînbûn ku Nagîn Çaparyan a dosyaya wê ya girtî ji nû ve hat vekirin, di dosyayê de bersûca siyasî bû.

‘Weke sûcdara siyasî hat dîtin'

Têkildarî mijarê xizmeke nêz a Nagîn Çaparyan bi ajansa me re têkilî danî û ev agahî parve kir: “Nagin Çaparyan a ku hefteya borî ji bo îdianameyê bigire çû Dadgeha Şoreşê, hîn bû ku rûniştina wê ya din 1’ê Kanûnê ye. Nagîn Çaparyan der barê Amer Ba Marouf de gilî kiribû û dosya hatibû girtin lê niha Nagîn Çaparyan ketiye cihê bersûc. Ew ê di 1’ê Kanûnê de ji ber sûcên derew bê darizandin. Nagîn Çaparyan kirin bersûca siyasî. Wê bi delîl, belge û raporên edlî der barê tundiya ku ji aliyê Amer Ba Marouf ve hatibû kirin serî li meqamên edlî dabû. Tevî îfadeyên şahidan jî dadger îfadeyên wan negirt û hat ragihandin ku li gorî vê bi biryara girtinê ya li ser bersûc doz hatiye vekirin.”

Xizmê wê bi bîr xist ku Nagîn Çaparyan rastî tundiyê hatiye û wiha got: “Kiryarê tundiyê endamê Pasdarên Înqilaba Îslamî û xizmekî nêzîk ê îmamên înê ye. Di 15'ê Tebaxê de ji aliyê 13 cerdevanan ve bi ser mala Nagîn Çaparyan de hatibû girtin û ji ber heqaret û tundiyê hatibû binçavkirin. Nagîn Çaparyan ji aliyê Şaxa 2'yemîn a Serdozgeriya Komarê ve bi îdiaya "propagandaya li dijî rejîmê kiriye" û "teşwîqkirina fuhûş û nefsbiçûkiya gel " tê sûcdarkirin. Piştre jî bi kefaleta 700 milyon tûmenî bi awayekî demkî hat berdan.”

Rûniştin di 11'ê Kanûnê de ye

Xizmê wê diyar kir ku Nagîn Çaparyan bi pençeşêra malzarokê ketiye û wiha got: “Di dema binçavkirinê de û ji ber stresa zêde xwîn jê çûbû û rayedarên girtîgehê jî nehiştin ku pedên hîjyenîk bidin wê. Nagîn Çaparyan a ku hefteya borî ji bo îdianameyê bigre çû edliyeyê, gef lê hat xwarin ku der barê roja rûniştinê de agahî nede kesê. Daxuyaniya Nagîn Çaparyan a têkildarî sûcdariyên li dijî wê dê di 1'ê Kanûnê de bê dîtin.