Nagîhan Akarsel li ser gora xwe hat bibîranîn

Parlamentera DEM Partiyê Sabahat Erdogan Saritaş di merasîma bîranîna Nagîhan Akarsel a li Silêmanî hat qetilkirin de axivî û got: "Yên ku ji têkoşîna Nagîhan ditirsin bila bitirsin."

Konya- Bi minasebeta 2'yemîn salvegera qetilkirina rojnameger û nivîskar Nagîhan Akarsel, li Konyayê bernameya bi bîranînê hat lidarxistin. Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG), Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firat (DFG), Parlamentera DEM Partî ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, hevserokên DEM Partiyê yên Enqere, berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partî ya Konyayê û jinên Gulyazê beşdarî bernameya bi bîranînê bûn. Jinan bi dowizên ku li ser “Jin, jiyan, azadî” hatî nivîsin girtin û çûn ser gora Nagîhan Akarsel. 

Parlamenter Sabahat Erdogan di bernameyê de axivî û got: "Nagîhan Akarsel rêhevaleke me ye ku jiyana xwe di nava Têkoşîna Azadiya Kurd de û di avakirina jiyana demokratîk û azadiya jinê de derbas kiriye. Xwediyê hewldan û têkoşîneke cidî ye. Hemû jiyana xwe di vê wateyê de ji bo avakirina jiyaneke nû ji bo jinên Kurdistan û Rojhilata Navîn xêz kiriye. Em dizanin ku zîhniyeta ku Nagihan qetil kir, heman zîhniyeta ku Gulistan Tara û Hêro Bahadîn qetil kirin e. Zîhniyeteke mêtînger, serdestiya mêr e. Em careke din diyar dikin ku em wê zîhniyetê û hemû kesên hevkar û şirîkên wê ne, şermezar dikin.

Yên ku di weşana zindî de bi awayekî bêperwa banga sûîqestê dikin, Serokê berê yê Îstîxbarata Serfermandariya Giştî Îsmaîl Hakkî Pekîn, bi awayekî li Tirkiye û Kurdistanê cînayetên siyasî û qetlîamên xwe li xwe mikur hatin. Lê her çend gotinên Îsmaîl Peker ê Nagîhan qetil kir, rasterast MÎT'ê nîşan dide jî. Lê mixabin hê jî ji bo kesên komkujî pêk anîne û teşwîq kirine ne lêpirsîn û ne jî doz nehatiye vekirin. Em ji vir jî dibêjin, bêyî ku ew teşwîqkar, hevkar û mêtînger bên darizandin û cezakirin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Yên ku ji têkoşîna Nagîhan ditirsin, ji pênûsa wê ditirsin, ji serhişkiya wê ya ku di tariyê de ronahî ye ditirsin, divê bitirsin. Em soza xwe ya ku em ê dest ji têkoşîna Nagîhanê bernedin, têkoşîna ku tecrubeyên jinan ên li Rojhilata Navîn û Kurdistanê vediguherîne bîreke civakî, nû dikin û em ê berfireh bikin. Em dibêjin Jin jiyan Azadî.”

Piştî axaftinan, bîranîn bi danîna qurnefîl û gulan li ser gora Nagîhan bi dawî bû.