Nagîhan Akarsel li Katalonyayê hat bibîr anîn

Li paytexta herêma xweser a Katalonyayê ya Spanyayê Barcelonayê ji bo Nagîhan Akarsel çalakiyeke bibîranînê hate lidarxistin.

Navenda Nûçeyan – Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê rojnamevan-nivîskar Nagîhan Akarsel ku di 4'ê Cotmeha 2022'yan de li bajarê Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê li ber mala xwe bi hevkariya dewleta Tirk û PDK'ê hate qetilkirin, di yekemîn salvegera qetilkirina xwe de li Barcelonayê hate bibîranîn.

Di çalakiya bîranînê ya ji aliyê Komîteya Jineolojî ya Katalonyayê ve di 4'ê Cotmehê de hat lidarxistin de jinên Katalan ji bo bîranîna Nagîhan Akarsel strana "Zîlan" got.

Di çalakiya bibîranînê de li ser navê komîte û rêxistinên jinan jî axaftin hatin kirin.