Nagîhan Akarsel li Şehbayê hat bibîr anîn

Salvegera yekemîn a Nagîhan Akarsel ku 4’ê Cotmeha 2022’an li Silêmanî hat qetilkirin li kantona Şehbayê bi çalakiyekê hat bibîr anîn.

Şehba- Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojî Nagîhan Akarsel di 4'ê Cotmeha 2022'an li bajarê Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê di encama êrîşa ku ji aliyê dewleta tirk ve hatiye pêkanîn jiyana xwe ji dest da. Bi boneya nêzbûna salvegera 1'emîn a Nagîhan Akarsel li kantona Şehba Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiya bîranînê hate lidarxistin. Çalakî ji aliyê navenda Lêkolînên Jineolojî Efrîn-Şehba ve hate birêve birin.

Di çalakiya bîranînê de rêveberên Meclîsa Malbetên Şehîdan, koordinasyonên Kongra Star, nûnerên jin, mamoste, beşdar bûn. Çalakî li navenda Jineolojî Efrîn-Şehba bi deqeyek rêzgirtin dest pêkir. Piştre li ser navê navenda Lêkolînên Jineolojî Efrîn-Şehba Henan Hesen Nasiro ku berê jî bi Negîhan Akarsel re maye wiha behsa bîranên xwe pê re kir.

‘Dê tu car neyê jibîrkirin’

Henan Hesen Nasiro wiha got: "Em hemû şehîdên xwe di şexsa Nagîhan Akarsel de bibîrtînin. Şehîd Nagîhan li herêma Efrîn em bi hevdu re man û me gelek kêliyên xweş û azad bi hev re jiyankir. Şahadeta wê gelek bi êş bû lê em li ser rêya wê dimeşin û soz didin giyana wê ku em ê heya kêliya dawiyê armancê wê bi dest bixin. Şehîd Nagîhan ji bo azadiya jinan û jiyanê pirek bû, wê her tim di dil û mêjiya me de bijî tu carê nayê ji bîrkirin."

Her wiha endama Navenda Lêkolînên Jineolojî Efrînê-Şehba Berîvan Cinêd helbestek xwend.

Di berdevamiya bîranînê de sînevîzyonek  li ser jiyan, kar û xebatên Nagîhan Akarsel yek din   jî  bi navê 'Sêvê Hezkirinê' hat temaşekirin

Çalakî bi diruşmeya "Jin jiyan Azadî", "Bê Serok jiyan nabe","Şehîd Namirin" dawî bû.