Nagîhan Akarsel bi ‘Rojên Jinerjî’ hat bibîr anîn

Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagîhan Akarsel di duyemîn salvegera wê de bi ‘Rojên Jinerjî’ li Dêrikê hat bibîr anîn.

Dêrîk – Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagîhan Akarsel di 4’ê Cotmeha 2022’an de li bajarê Silêmanî ya başûrê Kurdistanê di encama sûîqesta dewleta Tirk de hat qetilkirin. Nagîhan Akarsel her sal di roja salvegera xwe de bi ‘Rojên Jinerjî’ tê bibîr anîn. Îsal dûyemîn ‘Rojên Jînerjî’ tê lidarxistin.

Navenda Lêkolînên Jineolojî ya Dêrikê ya Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê duh di çarçoveya ‘Rojên Jinerjî’ de Nagîhan Akarsel bibîr anî.

Endama Akademiya Jineolojiyê ya Kantona Qamişlo Lorîn Hac derbarê ked û têkoşîna Nagîhan Akarsel de axivî. Piştî axftinan sînevizyona ku derbarê jiyan û têkoşîna Nagîhan Akarsel de hatî amade kirin hate nîşandan. Piştre helbest hatin xwendin.

Her wiha koma Elefterya û koma Cûdî û komek enternasyonal dengbêjî û stran gotin. Piştre agir hate pêxistin û stran hatin gotin.

Hêjayî bi bîrxistinê ye wê wê di 5'ê Cotmehê de "Rojên Jînerjiyê" bi çalakiyên li Heleb, Hesekê û Tebqayê bi dawî bibe.