Nafs Dawûd a Efganistanî: Dê têkoşîna me tu carî bi dawî nebe

Nafs Dawûd a Efganistanî bertek nîşanî zihniyeta Talîbanê ya dijminê jinan da û got: “Têkoşîna me dê tu carî bi dawî nebe. Bedel çi dibe bila bibe em ê mafên xwe bigrin.”

BAHARÎN LEHÎB

Kapîsa- Cîhadîst û Talîban, li Efganistanê weke du ruyên heman madalyayê tên dîtin. Her du koman jî di bin navê olê de bi hezaran jin û mêran qetil kirin. Di 20 salên dawî de gelek cîhadîstan kincên modern li xwe kirin û weke ‘demokrat’ tevdigerin, welatên ku îdia dikin demokrasî û azadiyê diparêzin jî bi piştgiriya van hêzên ku zirarê didin mirovahiyê ketin rojevê. Raporên ku di girtîgehên Talîbanê de derketin holê, îşkenceya li dijî jinan îsbat dikin her wiha vîdyoya jinek ku ji aliyê Talîbanê ve rastî tecawizê hatiye jî hatibû weşandin.

Oldarê Efganistanî Maulvi Yahya Annabi, di parvekirinek li ser medyaya dîjîtal de, zihniyeta mêr a li dijî jinan bi van gotinan diyar kir: “Diviyabû ev jin di odeya lêpirsînê de nîvtazî nebûya. Ji bo ku ev yek ji jinên behsa azadiyê dikin û fuhûşê dikin re bibûya ders diviyabû li xaçeriyên Kabulê ji serî heta binî bihata tazîkirin.”

‘Jinan weke makîneya anîna zarokan dibînin’

Jinên Afgnistanî, bertek nîşanî gotinên Maulvi Yahya Annabî yên li dijî jinan dan. Ji bajarê Kapîsayê çalakger Nafs Dawûd got: “Em jinên Efganistanê cara yekem nîn e bi gotinên kesên weke molayan tên biçûkxistin. Her roj dema em li kolanan dimeşin, bi nêrîn, gotin, helwestên xwe zextê li me dikin. Jinên Efganistanê weke makîneya anîna zarokan dibînin. Bi çavekî wisa li me dinêrin ku weke ku tenê karê me ew be em lê malê kar bikin û zarokan xwedî bikin.”

‘Bedel çi dibe bila bibe em ê mafên xwe bigrin’

Nafs Dawûd diyar kir ku ew rûyê endamên Talîbanê baş dizanin û wiha bi dawî kir: “Ji bo mafên xwe yên herî bingehîn, dema ku em dengê xwe derdixin an jî tiştek dikin, ji bo me biçewisînin serî li her cureyê îşkenceyê didin. Ez jî bi jinên zana re ji bo mafên xwe yên bingehîn bigrim bin temînatê, bi awayê aştiyane derketim kolanan. Endamên Talîbanê bi destên xwe yên lerzok li me dan, me avêtin girtîgehan, îşkenceya herî xirab li me kirin, em rastî tecawizê hatin. Hewl didin bi van kiryaran tevgera jinan bidin rawestandin lê bila vê baş bizanibin; dê têkoşîna me tu carî bi dawî nebe, bedel çi dibe bila bibe em ê mafên xwe bigrin.”